Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin 2020-09-24 12:15:12   ÊLIH – Pêşnûmepirsa ku Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca derbarê Çawişê Pispor Mûsa Orhan e dest dirêjî Îpek Er kiribû de dabû Serokatiya Meclisê, bi hinceta gotinên ‘Qebe û’ lê hat zivirandin.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, derbarê berdana Çawişê Pispor Mûsa Orhan ku dest dirêjî keça ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê de di 13’ê tîrmehê de pêşnûmepirsekê dabû Serokatiya Meclisê. Serokatiya Meclisê, bi hinceta gotinên ‘Qebe û’ pêşnûpirsa Ûca qebûl nekir û lê zivirand.    ŞERTÊ SERERASTKINÊ   Di nivîsa zivirandinê de derbarê qebûlkirina pêşnûmepirsê de van pirsên “Di demên dawîn de sûcên îstismarê yên çawişên pispor ku li bajarên kurd li wan zêde dijîn dikin, tesadüf in? Li bajarên kurdan îstismar tê paşguhkirin?” Ûca hatin destnîşankirin û hat gotin ku heke ev bêş bên derxistin ango sererastkirin wê pêşnûmepirs bê qebûlkirin.