Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e 2020-09-24 11:47:03   MÊRDÎN – Li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Mereşê, girtî ji ber ava ku vexwarinê nexweş ketin û wan rakirin revîrê. Girtiyan, ragihand ku li dijî binpêkirinên mafên xwe 3 roj in di greva birçîbûnê de ne.   Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Mereşê, bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan û ragihandin ku ava ku vedixwin nepaj e û pê nexweş ketine û 3 hevalên wan rakirine revîrê û li dijî binpêkirinên mafên xwe 3 roj in di greva birçîbûnê de ne.   Serkarmendê girtîgehê ku bersiv da pirsên me, angaşt kir ku ji heman avê ew jî vedxwin û tu tevlîheviyek tuneye. Dîsa parast ku girtîgeha herî rehet a Tirkiyeyê girtîgeha wan e.