3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin 2020-09-24 10:49:42   MÊRDÎN – Cerdevanên gundê Mensûriyê yê navçeya Dêrikê ku ji ber serdegirtina cendirmeyan û tacîzkirina jinan, ji cerdevaniyê îstifa kiribûn, nehatin qanihkirin. 3 kurên Serokê MHP’ê yê Navçeya Dêrikê ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin.   Di 18’ê îlonê de gundiyên gundê Mensûriyê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi destûr dewetek li dara xistibûn. Li gel destûrê jî cendirmeyan bi hinceta vîrûsa koronayê di saetên şevê de bi ser gun de girtibûn û derbasî aliyê ku jinan lê govend digerand bûbûn û bi wêne kişandinê jinan tacîz kiribûn. Li ser vê yekê gundî serî li hildabûn û banga îstifakirinê li cerdevanên gund kiribûn. Ji ber bertekên li dijî xwe 2 jî dildar bi giştî 21 cerdevan çûbûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Dêrikê û çekên xwe yên cerdevaniyê teslîmî qereqolê kiribûn û ji cerdevaniyê îstifa kiribûn.    NEHATIN QANIHKIRIN   Ji bo ku îstifaya xwe paşde vekişînin, Qaymeqamê Dêrikê Hîcabî Aytemur û rayedarên Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Mêrdînê û Walîtiya Mêrdînê, 2 rojan gelek hewldan nîşan dan lê cerdevanên ku îstifa kiribûn ji ya xwe nehatin xwarê û daxwaznameyên wan ên îstîfakirinê hatin qebûlkirin. Cerdevanan ji rayedaran re ragihandin ku ji ber kiryarên wan gundî li hemberî cendirmeyan gelek bi bertek in û ji bo berteka gundiyan nekişînin ser xwe dê di îstifakirina xwe ya cerdevaniyê de bi biryar in. Piştî îstifakirina wan sîxorteyên cerdevan hatin betalkirin û weke hincet jî “îstifakirina ji cerdevaniyê” hat nîşandan.    KURÊN WÎ JÎ ÎSTIFA KIRIN   Piştî ku nûçeya îstifakirina cerdevanan di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat weşandin, Sercerdevan û Serokê MHP’ê yê Navçeya Dêrikê Bahattîn Temellî, nûçeyê derewandibû û ev daxuyanî dabû: “Nûçeyên derbarê îstifakirina cerdevanan de bêbingeh in. Ji bo derewandina nûçeyê hemû cerdevan li hev kom bûn.” Li gel vê daxuyaniya Temellî jî hat hînbûn ku di nav cerdevanên îstifa kirine de 3 kurê Temel jî hene.     DÎMEN DERKETIN    Dîmenên qamereya ewlehiyê yên dema serdegirtina dewetê ya cendirmeyan jî derketin holê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku cendirme derbasî herêma ku jin bi bûk û zava re lê ne. Dîsa tê dîtin ku bi hatina cendirmeyan re girse ji hev belav dibe û îzdiham çêdibe. Di van kêliyan de di navbera cendirmeyên ku çekên lûle dirêj di destê wan de ne û xwediyên dewetê de nîqaş derdikeve. Piştî demekê cendirme ji cihê bûyerê vediqetin.    JI XWEDIYÊ DEWETÊ DAXUYANΠ   Xwedıyê dewetê Cengîz Temellî, li ser hesabê xwe ye medya civakî parvekirinek kir û têde ev tişt anî ziman: “Ji ber ku bi pêkanîneke bi vî rengî re rûbirû mane, ez ji mêvanên xwe, gelê Derikê, xizmên xwe, ferdên eşîrê lêborîn dixwazim. Heke min zanebûna bi pêkanîneke bi vî rengî re rûbirû bimama min ê dewet nekiriya.”    MA / Ahmet Kanbal