Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin 2020-09-24 10:30:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Bi projeya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê tê xwestin navê Meydana Şêx Seîd were guhertin. Çêkirina 250 metre bedena li dehma Deriyê Çiyê di sala 1930’yan de bi hêceta “hewa li bajêr nade” hatiye hilweşandin jî di nava projeyê de cih digire.   Li Amedê Meydana Şêx Seîd (Meydana Deriyê Çiyê) ku li ber bircên Amedê ye bi projeyek ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve tê xwestin di demek kin de were veguherandin. Navê “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” lê hatiye kirin û Walîtiya Amedê û Wezaret dê bi hevkarî birêve bibin. Di çarçoveya projeyê de 51 dikanên li Sûka Selahattîn Eyyûbî ya bin erdê wê werin îstîmlaqkirin. Ji bo projeyê 10 milyon TL hîbe hatiye veqetandin. Mala Artêşê (Orduevî) ya li ber meydanê wê were xerakirin. Avahiyek kevnare ku li ber Meydanê ye û wek Sînemaya Dîlanê tê zanîn û ku tomarkirî ye dê were restrorekirin. Her wiha dê avahiyên din jî werin îstîmlaqkirin û qad were mezinkirin.    Meydana ku tê xwestin veguherînin ji bo şêniyên bajêr û gelê kurd xwedî bîrek dîrokî ya girîng e. Şêx Seîd û 46 hevalên xwe yên di Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê de hatin darizandin li vê meydanê hatibûn darvekirin.    NAVÊ MEYDANA ŞÊX SEÎD LÊ KIRIN    Ji ber ku Şêx Seîd li vê meydanê hatibû daliqandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2014’an de navê qadê wek “Meydana Şêx Seîd” guherandibû.    Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm tê xwestin navê fermî yê meydanê ku Şêx Seîd were guhertin û nav jî wek “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” guncav dît.    ESNAF BI FIKAR IN     Sûka Selahattîn Eyyûbî di sala 1995'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye çêkirin. Di çarçoveya projeyê de wê piştî 25 salan dikanên li Sûka Selahattîn Eyyûbî werin îstîmlaqkirin. Ji sedî 65 dikan aydê şaredariyê ne û ji sedî 35 jî aydê kesan e. Xwediyên milk heta îro tapûyên xwe wernegirtine. Ji ber projeya îstîmlaqkirinê esnafên li sûkê bi fikar in.    ‘PÊŞKÊŞKIRIN WÊ ME MEXDÛR BIKE’    Ji esnafan Sadûn Ozdemîr (68) diyar kir ku derbarê biryara îstîmlaqê de kesî agahî nedaye wan û wê bi vê projeyê dikanên wan werin pêşkêşkirin û ev yek jî dê wan mexdûr bike.    Ji esnafan Mehmet Çelebî Şahîn (58) jî diyar kir ku wan dixwest beriya projeyê bi wan re hevdîtin were kirin û agahî bidina wan û ew dixwazin neyên mexdûrkirin.    DI SALA 1930’YAN DE TÊ HILWEŞANDIN    Di nava projeyê de çêkirina 250 metre bedena Amedê ku li dehma Meydana Şêx Seîd di sala 1930’yan de ji aliyê waliyê Amedê Faîz Ergun ve bi hêceta “hewa li bajêr ande, nexweşî belav dibe û bila hewa were” hilweşandiye jî dê ji nûve were çêkirin.    Bedenên Amedê nêzî 5,5 kîlometreyî dirêj e, 10-12 metre bilind e û 3,5 metre fireh e. Piştî Seda Çînê di cîhanê de duyemîn dirêjtirîn bedenên Amedê ne.    ‘ME PROJEYÊ JI MEDYAYÊ BIHÎST’    Rêveberê Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Çekdar Taşkiran got ew bi rêya medyayê ji vê projeya hatiye eşkerekirin agahdar bûne. Taşkiran anî ziman ku derbarê “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” tu agahiyên wan nînin û heke ev proje were çêkirin jî divê li gorî ruh û xweşikiya dîrokî ya bedenên Amedê û bêyî bajêr were fetisandin bê çêkirin. Taşkiran got ew bi dilxeter in ku proje zirarê bide derdorê.    ‘DIVÊ LI GORÎ RUHÊ DÎROKÎ WERE ÇÊKIRIN’    Taşkiran da zanîn ku ev 250 metre bedan ku tê xwestin were çêkirin divê li gorî rihê mîmarî, çandî, dîrokî û xweşikiya bedanan were çêkirin. Taşkiran diyar kir ku ew ê jî wek Odeya Plansazên Bajêr li gel fikrên odeyên din ên pîşeyî vê pêvajoya projeyê ji nêz ve bişopînin.    MA / Omer Çelîk - Mehmet Erol