Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir 2020-09-24 09:53:30   WAN - Parlamenterên HDP’ê, daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê Tûrgût û Şîban ên ji helîkopterê hatin avêtin de, nirxandan û gotin: “Bi destê dewletê cînayet hat kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan a herî girane.”   Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de Osman Şîban û Serbet Tûrgût îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Dûre rapora nexweşxaneyê piştrast kiribû ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Piştre Walîtiya wanê daxuyanî da bû û gotibû; “Servet Tûrgût, li gorî hişyariya raweste tevnegeriya û dema xwestiye bireve, ji zinar de ketiye û birîndar bûye.” Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç û parlamentere Mêrsînê Ridvan Tûran daxuyaniya walitiyê nirxandin.    ‘BI DESTÊ DEWLETÊ CÎNAYET KIRIN’   Tûran, diyar kir ku wan hevdîtin bi serbijîşkê nexweşxanê re kirin û wiha axivî: “Bijîşkan bi xwe jî gotin welatî ji bilindahiyê hatine avêtin. Hêdî hêdî her tişt zelal bû. Bi destê dewletê cînayet hat kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan a herî girane. Heya ku ev mirov li helîkopterê hatine sîwar kirin jî, saxlem bûne. Ji xwe ev yek di îfadeyên şahidan de hene. Berevajî daxuyaniya walîtiyê, gumana mirovan zêdetir dibe. Li Kurdistanê, di gelek bûyer cînayetan, sûc û binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran de, her tim walîtî, fermandar û wezîrê karê hûndir heman daxuyaniyan didin. Yan dibêjin di dema ‘Şer de mirî hat dîtin’, ‘Çek rakêşa, hat kuştin’ û ‘Li gorî hiştiyar raweste tevnegeriya.’ Dema ku daxuyaniyên wiha tên dayîn, rewş çiye êdî em fêm dikin. Bi vê xwe didin dest.”   POLÎTÎKAYÊN KURDAN NE BIKIN   Tûran, anî ziman ku dewletê jiberkirina xwe dubare kir û wiha bi dawî kir: “Desthilatdariya AKP’ê ya ku digot ew ê pirsgirêka kurd çareser bike, bi rêbazên salên 90’î polîtîkayên pişavtin, îmha û înkarê dixwaze hebûna kurdan ji holê rabike. Ev polîtîka berê jî bi ser neketin. Li hemberî van bûyer û polîtîkayan ji bilî çapemeniya azad û mûxalîf kesek deve xwe venake. Ev nêzîkatiyek tirs nake. Ev dibe sedema ku desthilatdarî û dewlet hîn zêde sûcan bikin û mirovan qetil bikin. Em ê weke HDP’ê dest ji vê dozê bernedin û heya dawiyê şopdarê vê bûyerê bin.”   ‘WALÎTIYÊ SÛCÊ XWE ÎTÎRAF KIR’   Parlamenter Mûazzez Orhan Işik jî, daxuyaniya welatiyê tirsnak dît û wiha got: “Walîtiyê xwest ser vê bûyera hovane bigire. Ligel rapora nexweşxanê û îfadeyên şahidan jî walîtiyê hewl da rastiya bûyerê veşêre. Rayedarên eskerî yên birîndaran tînin nexweşxanê jî, dibêjin ji helîkopterê hatine avêtin. Lê walîtî piştî bûyer tê aşkere kirin 12 roj şûnde daxuyaniyê dide û sûcê xwe îtîraf dike.”   ‘PÊKANÎNEK HOVANEYE’   Parlamenter Mûrat Sarisaç jî, dest nîşan kir ku ev bûyer asta dijminantiya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan dide nîşandan û wiha bertek nîşan da: “Di rewşa heyî de, 2 welatî ji aliyê eskerên ji operasyonê vedigerin ve tên binçavkirin, wan li helîkopterê sîwar dikin, îşkence dikin û dûre ji helîkopterê davêjin. Li ser kurdan polîtîkayên pir hovane tên meşandin û bi rêbazên sosret vê yekê dikin. Du gundî ji ber ku tenê kurdin, rastî pêkanînek wiha tên. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst bi van kirîn û polîtîkayên civaka Tirkiyeyê ber bi cihêkariyê ve dibe. Bi van bûyerên wiha me ji civakbûyîna me dûr dixe.”