Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin 2020-09-24 09:21:24 DERSIM - Jinan li dijî cinayetên jinan, taciz û tecawizê bal kişandin ser girîngiya rêxistiniyê û gotin: "Divê em hêvî ji dewletê nekin. Heger em neyên cem hev, wê şidet tim hebe. Divê em bi hev re bitêkoşin."     Li Tirkiyeyê her diçe şideta li jinê tê kirin, taciz û tecawiz zêde dibin. Her wiha hema bibêje her roj jin tên kuştin. Jinên dersimî rewşa heyî nirxandin û gotin, berpirsiyar îqtidar e.    ‘BI RÛNIŞTINÊ TIŞTEK BI DEST NAKEVE'    Yaprak Kûrabn (25) anî ziman ku "pergaleke koletiyê" li jinan tê ferzkirin û got, şideta li jinê tê kirin, taciz û tecawiz û kedxwarî bi salan e bi awayekî sîstematîk tê domandin. Kûrban, bal kişand ser tacizên çawîşên pisporê yên li hemberî xwendekaran û got: "Em dizanin gelek jin bi tacizê re rû bi rû dimînin. Ev hemû destê pergalê tên kirin. Malbata Gulîstan Dokûyê ji bo kiryar bên darizandin têdikoşe, lê hat derbkirin. Ev pergala ku li jinan tê ferzkirin, modela herî mezin a îşkenceyê ye. Tu jin ne mecbûr e ku van tiştan bijî. Em dikarin mil bidin milê hev du û ji derheqê van tiştan derkevin. Li malê bi rûniştinê, bi qehirandinê tiştek bi destê me nakeve."    Ayşe Kazan (40) jî anî ziman ku şideta li hemberî jinê pir zêde bûye û got, ji ber cezayên li kiryaran tên birîn sivik in heman tişt tên kirin. Kazan, destnîşan kir ku divê sûcdar neyên fihêtkirin.    RÊXISTINBÛYÎN    Dîlek Kûrban (27) destnîşan kir ku kiryar bêyî bên darizandin tên berdan û bal kişand ser tecawizên li Pêrtagê qewimîn û nezelalkirina wan. Kûrban, diyar kir ku hin kes ser van bûyeran digirin û li dijî van pêkanînan bal kişand ser rêxistinbûyînê. Kûrban got: "Heger em xwe bi rêxistin bikin û bi ser tiştên diqewimin de biçin, wê ev neqewimin. Niha jî ji bo pergala xwe ava bikin, hewl didn Peymana Stenbolê ji holê rakin. Pergaleke ku tê wxestin jinan hepsî malê bike tê avakirin."    Nûray Yilmaz jî anî ziman ku îqtidar di ser jinan re şikil dide dîn û qanûnan û polîtîkayên ku mafên jinan ji wan distîne pêk tîne. Yilmaz, li dijî van pêkanînan bal kişand ser rêxistinbûyînê û got: "Divê em hêvî ji dewletê nekin. Heger em neyên cem hev, wê şidet tim hebe. Divê em bi hev re bitêkoşin."