Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin 2020-09-24 09:18:22 COLEMÊRG - Li gundê Biyadir ê Çelê dest bi berhevkirina hinar, hejîr û tirî hat kirin. Şêniyên gund, bi van berên navbirî debara xwe dikin.  Li gundê Biyadir ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, şêniyên gund piştî paleyiya çeltûk, kuncî û genim, niha jî dest bi berhevkirina hinar, tirî û hejîran kirin. Şêniyên gund piştî van beran berhev dikin, dezgehên xwe li qeraxên rê vedikin û van berên xwe yên navbirî li ser van dezgehan difiroşin.    HEJÎRÊN BIYADIRÊ    Ahmet Karabûlak, anî ziman ku hewaya gundê wan germ e û ji ber vê gelek ber lê şîn tên û got, nexasm jî hinar, tirî û hejîrên wan li herêmê bi nav û deng in. Karabûlak, destnîşan kir ku bi taybetî jî hejîrên wan çavkaniya debarê ya sereke ya gund e û got: "Em qismek hejîrên xwe hişk dikin. Em qismek jê jî dieciqînin û dikin rûçal. Hejîrên herî baş ên herêmê li Biyadirê şîn tên. Em hejîrên xwe li qeraxa rêyan difiroşin. Eleqeya ji bo wan zêde ye."    Karabûlak got: "Ji ber şewba Covîd-19'ê îsal em neçûn kar û gelek kes hatin gundên xwe, baxçeyên xwe danîn. Me darên xwe yên fêkiyan derman kirin. Me li gund ligel çeltûkê gelek berên din jî danîn û me ji bo rojên xirab dest bi haziriyê kir. Niha jî em berên ku me biharê ew danîbûn berhev dikin."    Nîzamettîn Onal jî anî ziman ku ji ber krîza aborî li gor salên berê qezenca wan kêm bûye û got: "Piştî pandemiyê, em di warê aborî de tengijîn. Berê mirovan bi tonan hejîr û tirî difirot. Lê îsal berdarî kêm bû. Ne ji jiyana gund bûna wê jiyana me pir zehmet bûna. Çimkî wekî din alternatîfek me tuneye. Em berên xwe bi hev r eberhev dikin, difiroşin û bi vî awayî pêdiviyên xwe peyda dikin."