KÎD: Bêdeng nemînin 2018-01-08 16:24:41 AMED - Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD'ê Mehmet Emîn Ay, derxistina 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê şermezar kir û wiha got: “Divê kes li dijî pêkanîna bêsincî, bêwîcdan û bêoliya li ser gelê kurd tê meşandin bêdeng nemînin. Bila her kes bibe dengê heqîqetê."  Li gundê Oleka Jor a Bedlisê 267 cenaze ji Goristana Xerzan a Bedlisê bêyî agahî û destûra malbatan derxistin. Rayedarên dewletê 10 roj derbas bû der barê cenazeyên birin Stenbolê de tu agahiyê nadin malbatan. Îslama Kongreya Demokratîk (KÎD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Komîsyona  Baweriyan, tevî malbatên ku di nava 267 cenazeyan de cenazeyên zarokên wan birin Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. KCD, KÎD û malbatan civîn li Salona konferansê ya HDP'ê ya Amedê pêk anîn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier, rêveberên DBP'ê yên Amedê û gelek malbat amade bûn.    Di civînê de Endamê KÎD'ê Mehmet Emin Ay, diyar kir ku êdî Tirkiye bi pergala OHAL'ê tê revebirin û wiha got: "Li Tirkiye pêkanînên li dijî sinc, wîcdan û olî li ser kurdan dimeşînin. Pêkaninên hovane li ser kurdan ferz dikin. Li gorî destûra gerdûnî ya ya Îslamê divê ji saxî û miriyan re hurmet bê nîşandan. Olê îslamê hemû cureyên îşkenceyê qedexe kiriye. Hemû kesên misliman û ne misliman tev wek hev in."     Ay, anî ziman ku azadî mafê hemû mirovan e û wiha got: "Azadî mafê xwezayî yê mirovan e. Hemû kesên di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane nirxên gel ê pîroz in. Hemû bi hurmetî tên bibîr anîn. Êrîşa li dijî goristanan, şikandina goran nayê qebûlkirin. Gel bi van êrîşan tu carî şehîdên xwe ji bîr nake. Dijberî vê yekê bêtir li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Ev zilma li kurdan tê kirin xwedê jî qebûl nake û dê rojekê hesap bipirse.    ‘DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNIN'   Ay, xwest li djî van pêkanînên li dijî sinc, wîcdan û ol tu kes bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: “Di xutbeya wîcdan de jî hatiye gotin ku êrîşên li dijî goristanan, êrîşa li dijî hestiyan û revandina goran nijadperestî û zilm e. Ev ne karê îslamê ye. Ne îslamî ye. Divê baş zanibin ku gelê kurd êdî vê yekê qebûl nake. Li hemberî van pêkanînan bêdeng namînin.    ZILM JI VÊ ZILMÊ MAZINTIR TUNE'   Ay, herî dawî wiha got: “Em nizanin hestiyên zarokên me li ku ne. Dayikên me gor û hestiyên li ser bigirin û êşê xwe parve bikin tune ye. Kêlê ku li ser dua bikin û hesnê bikin tune ye. Zilma ji vê zilmê girantun tune ye. Ev zilm tu carî nayê qebûlkirin. Çi dibe bila bibe xwedê dê hesabê vê zilmê bipirse."    Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.