Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê! 2020-09-24 09:17:12 MÛŞ - Şêniyên gundê Marnîkê ku berê kar û barê çandiniyê dikirin, ji ber polîtîkayên îqtidarê dev ji çandiniyê berdan û dest bi sewalvaniyê kirin. Lê belê vê carê jî ji ber goştê îthal û bihabûna fiyetên êm û kayê, xealşikestî bûn.  Li gundê Marnîk ê navçeya Haskoy a Mûşê, ji ber bihabûna mesrefan hema bibêje dev ji çandiya silkê û şebeşan hatiye berdan. Ji ber vê gundî ji bo debara xwe bikin dest bi sewalaniyê kirin. Lê di sewalvaniyê de jî xisirîn. Ji ber polîtîqayên îqtidarê yên der barê goştê îthal û bihabûna fiyetên êm ûkayê, gundî xeyalşikestî bûn. Ferhat Bîngol ku sewalvaniyê dike, anî ziman ku heger polîtîkaya heyî ay de rbarê sewalvaniyê de neguhere wê dev ji sewalvaniyê jî berdin.   Bîngol, bi salan li metrepolan karê înşeatê kiriye û paşê hatiye gundê xwe dest bi sewalvaniyê kiriye û di heman demê de şivantiya gund jî dike. Bîngol ku îsal şivantiya hezar û 700 dewar û pezî dike got: "Hikûmet tim dibêje ji ber ku sewalvanî tuneye mecbûrî goşt îthal dike û goştê sor ji derve dikire. Halbûkî li Tirkiyeyê têra xwe goştê sor heye. Goştê ji derve tê kirîn abndoreke nebaş li sewalvaniya vê derê dike. Tahm û qalîteya goştê ji vê derê û yê derve ne wekî hev e. Heger bê teşwîqkirin wê hilberîna vê derê têra welêt bike."    REWŞA TU TIŞTÎ NEBAŞ E    Bîngol, anî ziman ku heger ev polîtîka wis abidomin wê sewalvanî jî nemîne û got: "Sewalvanî jî êdî xisar e. Niha fiyetê dewarekê ancax têra mesrefên wê dike. Fiyetê êm, ka û giya pir biha bûye. Ji me hilberîneran jî tenê mast û penêrê heywanan dimîne. Berê gava me heywanek bifirota, têra mesrefên me yên salekê dikirin. Tekane debara vê derê sewalvanî ye. Ew jî tunebe ji xwe em ê nikaribin li van deran bimînin. Heya 5 sal berê jî her tişt pir baş bû, lê her diçe rewş xirabtir bû."   ‘EM Ê KOÇ BIKIN'    Bîngol, destnîşan kir ku heger sewalvanî jî nemîne wê koç bikin û got: "Ji bo sewalvanî dewam bike divê hin teşwîq bên kirin. Jixwe tekane çavkaniya debarê ya cotkaran sewalvanî ye. Heger pêşî li ber vê jî bê girtin em ê koç bikin. Berê ji bo silkê kodek û pere didan. Ji ber polîtîkayên çandiniyê mirov dev ji çandiniyê berdan û dest bi sewalvaniyê kirin."