Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL 2020-09-24 09:16:39 QERS - KarsBEL a di bin banê Şaredariya Qersê de, bi xwedîkirina qazan û çêkirina berên wekî penêr, hem pişgiriyê dide hilberînerên xwecihî hem jî dide jinan. Rêvebirên şîrketê, wê di nêz de hin berên din jî hilberînin.  Şîrketa KarsBEL'ê ku sal û nîvek berê di bin banê Şaredariya Qersê ya HDP'î de hat avakirin, di warê hilberînê de xebatine girîng dike. Şîrket bi hilbrandina penêr, rûnê nivişk û berê wekî hungiv û xwedîkirina qazan hem piştgiriyê dide hilberînerên xwecihî hem jî jinan. Her wiha wê şîrket di nêz de hin cureyên penêr ên bibiharat jî çêbike.    ARMANCA ŞÎRKETÊ    Rêvebira KarsBELê Ozlem Ozaraç, diyar kir ku KarsBEL niha li gelek bajar û navçeyan bi hilberîner û kooperatîfan re dixebite û got, armanca wan ew e ku gelek berên hildiberînin bigihînin her çar aliyê welêt. Ozartaç, anî ziman ku armanca şîrketa wan ew e ku piştgiriyê bide hilberînerên xwecihî û jinan û got: "Em berên xwezayî û baş ji hilberînerên xwecihî distînin û demildest digihînin mezaxêran. Em berên destkariyê yên jinan distînin didin kooperatîfan, hilberînerên xwecihî û mezaxêran."    DIŞÎNIN HER BAJARΠ   Ozarataç, bilêv kir ku berên ku hildiberînin digihînin her derê welêt û got: "Em berên ku distînin, li cem xw ediparêzin û bixwe ambalaj dikin. Em hem bi kargoyê hem jî bi wesayîtên xwe digihînin mezaxêran. Niha li Enqere û Stenbolê du nûnerên me hene. Enqere, Stenbol û Îzmîr jî di nav de em bi nêzî 20 kooperatîfî re dixebitin. Li navenda Qersê ofîsa me ya firotinê heye û em bi rêya Whatsappê jî sîparîşan digirin. Em berên xwe bi rêya kkargoyê digihînin her deverên welêt. Gava sîparîş zêde bin em bi wesayîta xwe dibin."    KOOPERATÎFBÛYÎN    Ozartaç, pirsgirêka ku niha pê re rû bi rû ne, bidextsitia madeya xam a beran e. Ozartaç, bilêv kir ku berê hin bazirgan hatine gundan û ji hilberînerên xwecihî berên wan bi erzanî kirîne û got: "Paşê van beran bi fiyetekî du qat zêde difiroşin. Di vir de hem mezaxêr hem jî hilberîner dixisirin. Ji bo em pêşî li ber vê yekê bigirin divê em kooperatîfê ava bikin."    Hakki Çakas ku dib in banê KarsBELê de penêr çêdike, anî ziman ku 45 sal in penêr çêdike û di berên wî de tu madeyeke zêde tuneye. Çakas, anî ziman ku piranî gravyer û qaşar çêdike û got: "Nexasim jî çêkirina gravyer pir zehmet e. Ji bo grevayer divê şîr teze be. Gravyer tenê li Çiyayên Alpê yên Swîsreyê û li Qersê tê hilberandin. Hem bimesref e hem jî şîr pir bi destê me nakeve. Hema bibêje lI Qersê sewalvanî nemaye. Lewma şîrê ku em pê penrê çêdikin pri bid ets me nakeve. Em li Qersê hildiberînin, lê belê diçin ji Îdirê şîr tînin. Ev tim wis aye. Em diçin şîr ji gundan tînin, lê belê ji be rku sewalvanî jî ne wekî berê ye, şîrê heyî têr nake. Ji ber vê hilberandin jî kêm e."    WÊ HIN CUREYÊN PENÊRAN ÇÊBIKIN    Çakas, anî ziman ku wê KarsBEL di nêz de hin cureyên penêrên din çêbike û got: "Niha em em qaşarê berê, gravyer, rûnê nivişk, lor û penêrê spî çêdikin. Her wiha em dixwazin em penêrên bibiharat jî çêbikin. Em dixwazin penêrê bigûz, binane, bigezgezok û bireşreşkê jî çêbikin. Berê me ev penêr çêdikirin. Niha jî em ê vê carê di bin banê KarsBELê de çêbikin. Her wiha em dixwazin em mast û dew jî çêbikin. Paşê dilê me heye em dest bi tiştên goştî jî bikin."    XWEDÎKIRINA QAZAN   Volkan Erdîş ku di çewliga qazan a ŞAredariay Qersê de dixebite got: "Li vê derê nêzî 600-700 heb qaz hene. Niah em 3 kes li wan dinêrin. Em serê sibehê zû tên çewligê û êmê qazan hazir dikin. Paşê em qazên ku êmê xwe dixwin derdixin derve û avê didin wan. Piştî avê em wan dibin hawizê. Ji bo qaz baş bên wxedîkirin em wan dibin nav zeviyan diçêrînin. Havînan ji ber ku giya pir e, xwedîkirina wan rihet e. Ber êvarî jî em qirme didin wan."    Erdîş, da zanîn ku wê qazên îsal ser jê nekin û got, piraniya qazan hîbeyî gel bikin.    MA / Ozlem Yayan