ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN 2020-09-24 09:00:18 * KarsBEL a di bin banê Şaredariya Qersê de, bi xwedîkirina qazan û çêkirina berên wekî penêr, hem pişgiriyê dide hilberînerên xwecihî hem jî dide jinan. Rêvebirên şîrketê, wê di nêz de hin berên din jî hilberînin.  * Şêniyên gundê Marnîkê ku berê kar û barê çandiniyê dikirin, ji ber polîtîkayên îqtidarê dev ji çandiniyê berdan û dest bi sewalvaniyê kirin. Lê belê vê carê jî ji ber goştê îthal û bihabûna fiyetên êm û kayê, xealşikestî bûn.    * Parlamenterên HDP’ê, daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê Tûrgût û Şîban ên ji helîkopterê hatin avêtin de, nirxandan û gotin: “Bi destê dewletê cînayet hat kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan a herî girane.”   * Birca Keçikê bi salan ji aliyê polîsan ve dihat bikaranîn. Lê belê piştî demekê ket destê DTSO'yê. DTSO, niha hewl dide wê bike Navenda Çand û Hunerê. DTSO'yê dest bi xebatên restorasyonê kiriye û hewl dide di nava 6 mehan de biqedîne.    * Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, anî ziman ku kesên dixwazin mudaxileyî şewatên li herêm bikin bi astengiya "ewlehiyê" re rû bi rû dimînin û got, lê belê li rojavayê welêt bereksê vê yekê ye û bi helîkopteran mudaxileyî şewatê tê kirin.    * Li herêmê heta niha bi dehan kes bi şertê kontrola edlî hatine berdan û diçin îmze didin. Parlementerê HDP’ê Hûseyîn Kacmaz, têkildarî mijarê aliyên hiqûqî nirxandin û got: "Bi van polîtîkayan dixwazin bêjin hûn neçarin ku her tim hesab bidin. Bi vî awayî mirovan tecrîd dikin û dixwazin teslîm bigirin."   * Li gundê Biyadîr ê Çelê dest bi berhevkirina hinar, hejîr û tirî hat kirin. Şêniyên gund, bi van berên navbirî debara xwe dikin.    * Li bajaroka Dêrgulê dest bi çinîna kunciya hat kirin. Welatî ji bo tehînê kunciyên xwe hişk dikin.    * Karkerên Fabrîkeya Sînboyê, anîn ziman ku ji ber endamên sendîkayê ne destûra bêheq dane wan û gotin, a hatiye kirin cezakirin e.   *Jinan li dijî cinayetên jinan, taciz û tecawizê bal kişandin ser girîngiya rêxistiniyê û gotin: "Divê em hêvî ji dewletê nekin. Heger em neyên cem hev, wê şidet tim hebe. Divê em bi hev re bitêkoşin."   * Danişîna doza têkildarî kuştina Hêlîn Hasret Şen a 12 salî ku li Sûrê ji aliyê polîs Abdullah E. ve hat kuştin dê li Dadgeha Amedê were li darxistin. (10.00-17.00)