Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da 2020-09-24 08:27:05   AGIRÎ - Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî li Girtîgeha Panosa Agiriyê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê jiyana xwe ji dest da. Alî Boçnak di sala 2009'an de li Qersê di operasyonekê de tê binçavkirin û pişt re jî tê girtin. 7 sal û 8 meh ceza li Boçnak hatibû birîn. Ew li girtîgehê nexweş ketibû.    Hat zanîn ku cenazeyê Boçnak dê li Qersê were veşartin.    3 SAL IN GIRTÎ BÛ    Cezayê li Boçnak hatibû birîn di sala 2013'an de ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû pejirandin. Boçnak ji sala 2017'an vir ve li Panosê girtî bû û ew di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de cih digirt.