72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-09-23 19:58:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 767 kesên din jî bi şewbê ketine. Heya niha 7 hezar û 639 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 767 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 7 hezar û 711 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî 308 hezar û 69 e.