Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin 2020-09-23 18:56:59   WAN- Cenazeyê girtiyê bi navê Sînan Gencer ku hat gotin li Girtîgeha Wanê întihar kiriye, ji nexweşxaneyê hat wergirtin û hat definkirin.    Cenazeyê girtiyê bi navê Sînan Gencer ku hat gotin li Girtîgeha Wanê întihar kiriye, ji Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Wanê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir Taxa Suphanê. Gava malbatê cenaze anî Mizgefta Eyup Sûltanê polîsan bi wesayîtên zirxî dora cenaze dorpêç kir. Piştî cenaze hat şûştin, birin goristanê. Rêvebirên TÛHAY-DER'ê, Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin, Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede tevli merasîma cenaze bûn.    Dayika Gencer hine li destê kurê xwe kir û xizmên wî jî bi tepsiya hineyê ya bi kesk û sor ûz er hatibû xemilandin hilgirtin û zêmar lewbandin û gotin: "Sînan bûye zava, em ê dev ji têkoşîna wî bernedin."   Cenaze li goristanê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin. Polîsan tenê hişt çend ferdên malbatê tevli definkirina cenaze bibin.