Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin 2020-09-23 15:53:05   STENBOL – Malbatên Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil ên di 7’ê îlonê de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn, xwestin cenazeyên zarokên wan radestî wan werin kirin.    Li Dersimê di 7’ê îlonê de Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze radestî malbatan nehatin kirin. Malbatên Îldem û Çakil bi boneya cenazeyê wan radestî wan were kirin li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatên Şehîd û Girtî yên Partîzan (PŞTA), endamên Partîzan beşdarî civînê bûn.    CENAZE NEHATINE TEŞHÎSKIRIN    Parêzera malbatan, Gul Atay diyar kir ku ew bi rêya çapemeniyê hîn bûne ku Îldem û Çakil jiyana xwe ji dest dane û wan serî li Saziya Tiba Edlî daye lê ji ber teşhîsê cenazeyan wernegirtine. Atay anî ziman ku pêwîste ji bo teşhîsê lazime testa DNA’yê were kirin û vê pêvajoya bendemayînê fişarek psîkolojîk li ser malbatan dike û ew naxwazin bisekinin. Atay diyar kir ku divê ew esker an jî polîs kesên bi çekdar in sax bigire û berpirsiyariya wan ew e. Atay got heta dosyeya lêpirsînê zelal bibe dê têkildarî mijarê daxuyaniyek zelal bidin.    ‘JI MIRIYÊN ME JÎ DITIRSIN’    Endama PŞTA’yê Gul San jî got: “Ev pergal ji cenazeyên zarokên me jî ditirse. Qetil dikin, parçe parçe dikin. Zarokên me ku qetil dikin jî nadin me. Lê belê em ê bêzar nebin.”    3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Xwînerên Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita, Arzû Ozdemîr û Gozde Soydan ên ji bo civînê xwestin biçin ÎHD’ê, lê polîsan ew birêve binçav kirin û birin Navenda Polîsan a Taksîmê.