Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye 2020-09-23 15:52:26   WAN - Cenazeyê Sînan Gencer ê hat îdîakirin ku li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê întîhar kir, ji nexweşxanê hat girtin. Xizmên Gencer, diyar kirin ku ew bawer nakin wî întîhar kiriye.    Girtiyê siyasî Sînan Gencer ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtîbû, hatibû îdîakirina ku serê vê sibê întîhar kiriye. Karê otopsiya Gencer a li Navenda Tîpa Edlî ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Sedsalê bi dawî bû. Cenazeyê Gencer ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat wê cenazeyê kurê xwe li Taxa Suphan bispêre axê.    ÎDÎAYA ÎNTÎHARÊ   Dotmama Gencer Zeynep Gencer, derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Dun bi şev li me geriyan û ji me re gotin întîhar kiriye. Nameyek li dû xwe ji bo me hiştiye. Lê me name nedît. Sînan her tim em dilxweş dikirin. Ji me re digot, wê ji girtîgehê derbikevê û ewê rojên xweş bijîn. Em bawer nakin ku întîhar kiriye. Em difikirin ku me dixapînin. Sînan ketibû greva birçîbûnê. Heya niha tu pirsgirêk tune bû.”   Gencer ê li Maçkaya Trabzonê di şerekê de bi bîrîndarî hatibû binçavkirin û girtin, du caran cezayê muebetê lê hatibû birîn. Gencer nêzî 15 salan girtî bû û ev 2 sal bûn di hucreya yek kesî de dihat girtin.