Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant 2020-09-23 15:16:50 STENBOL – Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan di danişîna doza kurê xwe de axivî û got: “Ji bo ku hûn bikujîn min ne welidant.” Bavê Elvan Samî Elvan jî got, “Hûn min îdam jî bikin, ezê dîsa bêjim. Qatilê zarokê min, serokkomarê vî welatiye.”   Danişîna doza Berkîn Elvan ê di dama çalakiyên Parka Gezî de, bi guleya gazê ya polîsan hat kuştin, li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin. Malbata Elvan, parêzerên malbatê, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî danişînê bûn.   Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Di danişîna derbas bûyî de, biryar hatibû dayîn ku polîsên îfade dabûn bên guhdarkirin. Lê ji ber ku polîs nehatin danişînê, îfadeyên wan ên berê hatibûn girtin hatin xwestin.   BAVÊ ELVAN: ZAROKEKÊ 13 SALÎ ÇAWAN DIBE KU BIBE TERORÎST?   Bavê Berkîn Samî Elvan dest pê kê di danişîn de axivî û wiha got: “Kurê min bi taybetî hat hedef girtin. Bêyî ku tiştek hebe, vî qatilê li ser ekran, tetîkêş kurê min kuşt. Zarokek 13 salî çawan dibe ku bibe terorîst? Ev 7 salin malbata min êşê dikêşe. Serokwezîr demê malbata min şermezar kir. Gelo kîjan wijdan vê yekê qebûl dike? Wê demê Abdullah Gul û Devlet Bahçelî li me geriya û sersaxî xwestin. Ger ev zarok terorîst bûya, wê demê çima wê ev mirov li me bigeriyan û sersaxî bixwestan. Hûn min îdam jî bikin, ezê dîsa bêjim. Qatilê zarokê min, serokkomarê vî welatiye. Dema ku hûn biryar bidin, dest pê kê zarokên xwe bînin bîra xwe wisan biryar bidin.”   DAYIKA ELVAN: EZ HÎNA JÎ BANGÎ BERKÎN DIKIM   Dûre dayika Berkîn Gulsum Elvan, axivî û bal kişand ser kuştina kurê xwe. Dayik Elvan, diyar kir ku ew weke Berkîn hatiye vê derê û wiha bilêv kir: “Dadgeh 17 danişînin, dixwaze wî qatilî fihêl bike. Her tişt li holê ye. Yên edaletê bi cih nayînin berpirsên zarokên tên kuştinin. Min tu kes ne kuştiye û dizitiya tu kesî nekiriye. Lê li qadan ez hatim şermezarkirin. Ji bo ku hûn bikujîn min ne anî dine. Dema ez li ser sifrê rûdinim, hîna jî bangî Berkîn dikim. Kurê min bi 14 kîloyên xwe ve hûn darizandin. Ez li dijî dadgehê û her tiştî di nava îsyanê deme.”   Dûre xwişka Elvan Ozge Elvan û parêzerên malbatê parastin kirin ku xwestin edalet bê bi cih anîn û bersûc bên darizandin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, ji dozger xwest ku mutalaya xwe ya derbarê dosyeyê amade bike û danişîn taloqî 9’ê Kanûnê kir.    Piştî danişînê li ber deriyê edliyê malbat û parêzerên Elvan daxuyanî dan çapemeniyê. Bavê Berkîn Samî Elvan, diyar kir ku ew birçiyê hiqûq û edaletê ne û xwest rastî bê bi cih anîn.      Piştre dayik Gulsem Elvan, daxwaza edaletê kir û wiha got: “Em ê dest ji daxwaza xwe ya bi cih anîna edaletê bernedin. Edalet bi Ebrû Tîmtîk re xistin gorê. Lê em ê wê edaletê, ji wê derê derbixin. Wê ev dem û dewran wiha neçe. Hîna jî zarok tên kuştin. Herî dawî li Wanê 2 kes ji helîkopterê avêtin. Em dibêjin êdî bese. Em dixwazin bi xwişk û biratî bi hevre bijîn.”