Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman 2020-09-23 14:34:42 WAN – Sînan Gencer ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, bi awayekî bi guman, jiyana xwe ji dest da.         Welatiyê bi navê Sînan Gencer ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, bi awayekî bi guman, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gencer, ji bo otopsiyê birin, Navenda Tipê ya Dûrsûn OIdabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.    Li ser agahî girtina mirina wî parêzer û xizmên Gencer çûn nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên ku ji malbata wî hat girtin, rêveberiya girtîgehê angaşt kiriye ku Gencer întihar kiriye.