Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin 2020-09-23 14:14:45   WAN – Ajansa me xwe gihand wêneyê Servet Tûrgût ê li Şaxê bi Osman Şîban re piştî binçavkirinê ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Tûrgût bi cîhaza hilmij ve girêdayî ye û ser û çavê wî di nava xwînê de maye.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de Osman Şîban û Serbet Tûrgût êşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Rapora nexweşxaneyê piştrast kiribû ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Wêneyê Servet Tûrgût ê di beşa venêrîna awarte de bi cîhaza hilmij ve girêdayî ye û tê dermankirin hat belavkirin.    SER Û ÇAVÊ WÎ REŞ Û ŞÎN BÛYE    Di wêneyê Tûrgût ê ji aliyê ajansa me Mezopotamyayê ve hat belavkirin de tê dîtin ku Tûrgût bi cîhaza hilmij ve girêdayî tê dermankirin û xetereya jiyana wî didome. Her wiha ser û çavên wî reş şîn bûne û bi xwîn û birîndar e.