Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin 2020-09-23 13:39:46   STENBOL – Danişîna doza nûçegihanên ETHA’yê Îsmînaz Temel û Havva Cuştan ji din nav de 23 kesên tên darizandin hat taloqkirin.    Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel û Havva Cuştan jî di nav de 23 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna 10’emîn a dozê li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hunkar Hudayi Yurtsever, Alî Haydar Dogan û Nîhat Coşkûn Yîgît ên negirtî ji dozê tên darizandin di danişînê de amade bûn.    Her sê kesên negirtî tên darizandin daxwaz kirin ku werin beratkirin. Pişt re parêzerên wan axivîn û xwestin qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlên wan were rakirn.    Dozger carek din xwest biryara girtina derbarê Îdîl Ozbek û Maksût Toprak li şûna xwe bisekine û daxwaza biryara şertê kontrola edlî jî kir.    Şandeya dadgehê jî xwest biryara girtina Ozbek û Toprak bidome û daxwaza rakirina şertê kontrola edlî red kir. Danişîn taloqî 18’ê sibata 2021’an hat kirin.