Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê 2020-09-23 13:34:59   MERSÎN – Osman Şiban ku bi Servet Tûrgût re hatibû binçavkirin û ji helîkopterê hatibû avêtin, gihîşt mala xwe ya Mersînê.    Osman Şiban ku bi Servet Tûrgût re li navçeya Şaxê ya Wanê, di 11’ê îlonê de ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û piştî 2 rojan lênexweşxaneyê derketibû holê û bi rapora nexweşxaneyê hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatiye avêtin, gihîşt mala xwe ya li Mersînê. Duh serê sibejê polisan bi ser mala ku lê bû girtibû û Şiban bi zorê binçav kiribûn û biribûn Nexweşxaneya Leşkerî ya Wanê. Di saetên şeve de Şiban bi ambûlansê şandibû Mersînê. Şiban, gihîşt mala xwe ya li taxa Guneş a navçeya Akdenîzê ya Mersînê.    NE LI SER HIŞÊ XWE YE    Birayê Şiban Mehmet Şiban, da zanîn ku rewşa kekê wî weka xwe ya û ev tişt got: “Niha tenê çend peyvên bê wate bi kar tîne. Ne li ser hişê xwe ye. Di rê de tu pirsgirêk derneket, cih cih me bêhna xwe da. Bijîjk got, ‘divê çend rojan li malê bêhna xwe bide’. Piştre jî em ê ji bo kontrolê bibin nexweşxaneyê.”