Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin 2020-09-23 12:32:07 RIHA – Derbarê rojnameger Hamdûllah Bayram de ji sûcdariyên ku ji wan bereet kiribûn doz hat vekirin û danişîna doza wî hat dîtin.  Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin Hamdûllah Bayram, di 13’ê tebaxa 2017’an de li Rihayê hatibû binçavkirin. Yekemîn danîşan doza ku piştî 3 salan derbarê Bayram de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û xwestin piştgiriya rêxistinê” hat vekirin, li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Bayram û parêzerê xwe Mikaîl Yavûz tevlî danişînê bûn.    JI SÛCDARIYÊN KU JI WAN CEZA XWARIBÛ HAT DARIZANDIN   Di danişînê de Bayram mafê axaftinê girt û sûcdariyên ku lê hatin kirin red kir. Bayram, diyar kir ku di dîrokên mijara gotinê de xebatên ku kirine xebatên rojnamegeriyê bûne û got ku ravekkirina hiqûqî ya lê zêdekirina sûcdariyên di dosyaya ku jê ceza xwariye û piştre bereet kiriye jî tunene.    Parêzerê Bayrama, Mikaîl Yavûz jî, diyar kir k udi dosyayê de kêmasî hene û di danişîneke din parastinê bike.    Piştî navberdayînê heyeta dadgehê biryar da ku kesên navê wan di dosyayê de derbas dibin bên di danişîneke din de bên guhdarîkirin, kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin û danişînê taloqî 6’ê çileya 2021’an kir.