Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin 2020-09-23 12:18:21 WAN - Cengîz Şiban ê şahidiya binçavkirin û li helîkopterê siwarkirina Osman Şîban û Servet Tûrgût kir, daxuyaniya Walîtiya Wanê ya ji “zinar ket xwarê” derewand û got: “Her du jî bi awayekê tendurist li helîkopterê hatin siwarkirin.”   Talûkeya jiyana bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55) ê bi Osman Şiban (50) re di 11’ê Îlonê de, li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskerên derketibûn operasyonê ve hatin binçavkirin û piştî 2 rojan derketibû holê li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Herêmê di beşa lênêrîna awarte de ne û dûre bi rapora nexweşxanê ya ji bo wan hatibû dayîn, hatibû piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin, dewam dike.     Bavê 8 zarokan Osman Şiban ê 50 salî jî, duh li ser fermana dozger Osman Şiban ê 50 salî bi darê zorê birin nexweşxaneya eskerî û ji wir jî sewqî Mêrsînê hat kirin.    Birayê Osman Şîban Cengîz Şîban ê wê rojê şahidiya bûyerê kir, ji ajansa me re axivî. Cengiz Şîban, bal kişand ser roja bûyer qewimî û wiha got: “Servet Tûrgût di nava zeviya xwe de giha kom dikir. Eskeran ew li wê derê binçav kirin. Min û birayê min Osman Şîban jî çay vedixwar. Esker hatin ew jî binçav kirin.” Şiban ê daxuyaniya welatiyê derewand, wiha dewam kir: “Dema ku biçav kirin û li helîkopterê sîwar kirin, bi tendurist bûn. Bi awayekê tendurist li helîkopterê sîwar kirin.”    ‘EZ LI WIR BÛM’    Şiban di rêze axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Eskeran dest pê kê Servet Tûrgût binçav kirn û anîn gund. Wê demê jî, li ser canê wî tu şopên lêdanê tune bû. Esker lûleya çeka xwe xistibû piştî Servet. Osman jî binçav kirin û birin li helîkopterê siwar kirin. Heya li helîkopterê jî siwar kirin bi tişte li wan nehatibû. Min ev baçavên xwe dît. Dema birayê min birin ez li wê derê bûm. Piştî 3 rojan me xwe gihand xizmên xwe û em wisan fêr bûn ku di lênêrîna awarte de ne.”   Bira Cengîz Şîban, xwest ku berpirsiyar bên darizandin.    MA / Cemîl Ugur - Dîndar Karataş