Doza Soma dê sibê berdewam bike 2018-01-08 14:56:31 ÎZMÎR - 20'emîn danişîna doza Soma ya 5 jê girtî 51 kes ji kuştina 301 karkerên madenê tên darizandin dê sibê berdewam bike.  20'emîn danişîna doza bersûcên komkujiya Soma ya 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn, dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Aksîharê bê dîtin. Li Navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014'an de di kana komirê de hilweşîn çêbûbû. Di hezanê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. 20'emîn danişîna dozê dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin.    Piştî li şûna dadgerê berê Dadgerê Dadgeha Cezayên Giran a Elbistanê Salih Pehlivanoglu hat tayînkirin fikarên malbatan zêde bû. Di dozê de 5 jê girtî ji bo 8 kesan bi sucdariya "Kuştina bi zanebûn" 301 caran di navbera 20 - 25 salan de cezayê girttîgehê dixwaze. Dîsa bi sedema birîndarkirinê 162 caran di navbera 2 û 6 salan de ceza dixwazin. Gelek parêzer dê beşdarî dozê bibin.  Malbat û parêzer dê serê sibê saet di 08.30'an de li Îstasyona Trênê ya Akhisarê kom bibin û heta edliyê bimeşin.