Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin 2020-09-23 11:34:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya dîrokî ya Sûrê bi hezaran xaniyên welatiyan hatin xerakirin û di şûna wan de 506 qonit, 9 otêlên bûtik û 150 kargeh hatin avakirin. Welatî nikarin malên nû bikirin û ji bo metrekareyek avahiyên nû dê 2 hezar TL ji bo îhaleyê were dayîn.   Li navçeya dîrokî û qedîm Sûra Amedê ku ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye di salên 2015-2016’an de ji ber şerê qewimî, hat qedexekirin û 5 sal in têketina taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş qedexe ne. Qedexeya herî dirêj a dinyayê li vir didome. Li gorî daneyên Yekîtiya Odeya Endezyar û Avîsazên Tirk (TMMOB) 22 hezar û 323 însanên li van taxan dijiyan ji ber şer koçber bûn û 334 avahiyên dîrokî yên hatine tomarkirin jî di nav de 3 hezar û 569 avahî hatine hilweşandin.    Ev avahî piştî şer qediya bi makîneyên kar hatin hilweşandin. Ev reqama hatiye diyarkirin ji sedî 72 yê van 6 taxan e.    XANIYAN BI DEYN DAN MALBATANA    Ji malbatên ku xaniyên wan hatin hilweşandin re hatibû gotin dê 5 hezar û 746 qonit li deverên Uçkuyular  û Çolguzelî ya Amedê werin avakirin. Lê heta niha 837 malbat xistin bin deyn û xanî tahsîsî wan hatiye kirin.    Wezîrê Derdorê û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm di 19’ê îlonê de serdana 6 taxên qedexekirî ku lê avahiyên nû hatine çêkirin kir û lêkolîn pêk anî. Kûrûm eşkere kir ku wê 506 qonitên ku peşkê kirine û dê di 30’ê cotmehê de bidin xwediyên wan.    9 OTÊLÊN BÛTÎK HATIN AVAKIRIN    Kûrûm diyar kiribû ku ji 347 avahiyên dîrokî yên tomarkirî 118 avahî îhaleya wan hatiye kirin û 158 heb jî pêvajoya projeya wan jî temam bûye û dê di îlon-cotmehê de dest bi çêkirina wan bikin. Kûrûm her wiha gotibû ku wan li navçeyê 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh jî ava kirine. Kûrûm îdia dike ku wê ew vê navçeyê bikin navenda turîzmê û cazîbeyê.    METREKAREYA BI 2 HEZAR TL’YÎ WÊ WERE FIROTIN    Piştî daxuyaniya Kûrûm, Miduriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê ragihand ku dê li Sûrê qonitên nû neyên çêkirin û qonitên hatine çêkirin jî wê îhaleya metrekareya wan 2 hezar TL be.    WÊ BI ÎHALEYÊ BIFIROŞ IN    Di ragihandina Miduriyetê de hat gotin wê 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh jî bi mezadê derxin ber firotinê. Bi vê daxuyaniya Miduriyetê re ev derdikeve holê ku wê otel û kargehên li şûna mal û milkê xelkê hatiye çêkirin pêşkêşî sermayeyê were kirin.    MALA WÎ YA TOMARKIRÎ HILWEŞANDIN    Yek ji van welatiyên mexdûr bû jî Îsmaîl Uzmez ê 67 salî ye û dibêje ku li taxa Cemal Yilmazê mala wî ya ji 473 metrekareyî pêk tê hatiye hilweşandin. Uzmez anî ziman ku ew ji 7 saliya xwe ve li Sûrê dijî û ew nikare biçe taxa ku mala ji dayik û bavê wî maye. Uzmez da zanîn ku tevî mala wî tomakirîbû jî hatiye hilweşandin û 5 sal in di nava bendewariyê de ne. Uzmez got ew niha di kirê de rûdinên û carna nikarin kirêya xwe jî bidin. Uzmez anî ziman ku li wan geriyane û gotine ‘em kengê li we bigerin, wê çaxê werin.’    DESTÛR BIDIN DÊ KON VEDE    Uzmez diyar kir ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî xemsar nêzî mijarê bûne û ew ji ber vê yekê rexne li wan dike û ew disekinin wê dewlet ya pereyê wan bide wan an jî wê mala wan bide wan. Uzmez da zanîn ku heke niha derî vebibe û destûra çûna taxana were dayîn dê biçe li ser mala xwe ya kevn kon vede û bijî. Uzmez got derûniya wan ji ber vê rewşa heyî xera bûye. Uzmez anî ziman ku derfetên malbatên ji Sûrê nîne ku van xaniyên hatine çêkirin bikirin û bi firotina van xaniyan malbatan dixin bin deyn. Uzmez got heke sibehê welatî nikaribin pereyê krediyên xwe bidin wê bi îcrayê dest deynin ser malan.    MA / Omer Çelîk - Mehmet Erol