Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir 2020-09-23 10:47:16 STENBOL – Danişîna Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Parka Geziyê de, bi guleya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da dest pê kir.    Danişîna doza Berkîn Elvan ê di dama çalakiyên Parka Gezî de, bi guleya gazê ya polîsan hat kuştin, li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê dest pê kir. Piştevaniya Gezî berî danişînê li ber edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Malbata Elvan, parêzerên malbatê, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî daxuyaniyê bûn.    'EM Ê ISRARA XWE DEWAM BIKIN’    Ji Piştevaniya Taksîmê Akîf Bûrak Atlar, daxuyanî da û wiha axivî: “Doza derbarê kuştina Elvan ber bi dawî ve diçe. Heya niha tu encameke erênî ji dozê derneket. Daxwazên me yên girtina bersûcan hat redkirin û daxwazên me yên edaletê hatin astengkirin. Em jî mîna Berxwedana Geziyê edaletê dixwazin. Em ê bi israra li dijî mirinê jiyanê biparêzin. Ji bo ku carek din zarok neyin kuştin û qatil bên darizandin emê bi israr bin.”    ‘DIVÊ QATILÊN ESLÎ BÊN DARIZANDIN’   Dûre bavê Elvan Samî Elvan, diyar kir ku Berkîn serê sibê bi awayekê aşkere hat qetilkirin û got: “Êşa me hê nû ye. Di 5 Hezîranê bang li kurê min kirin ku îfade bide. Ew bi vî awayî deşîf re kirin. Piştî vê 15 rojan bi zanebûn qetil kirin. Divê li vê derê qatilên eslî bên darizandin. Em hêvî dikin ku biryarek adîlane bê dayîn.”    Piştî daxuyaniyê girse ket salona danişînê. Dadgehê tenê malbat, parêzer û hin rojnameger girtin hundirê salonê û danişînê dest pê kir.