Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir 2020-09-23 09:57:06   ENQERE - Cîhanê çalakger û teorisyenê xwe David Graeber zû winda kir. Niha dem dema David Graeber bû. Graeber şoreşa Rojava kêlî bi kêlî û gav bi gav nas kir. Hevalê Graeber ê nêzîk Rahila Gupta, têkildarî Graeber got: “Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuel û rêberê xwe winda kir."    Davît Graber ku wekî mutefîkê Kurdan dihat naskirin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas dikir, jiyana xwe ji dest da. Dostê Davît Graeber Rahila Grupta got "Tevgera Kurdan muttefikîkekî din ê girîng winda kirin. Me entellektuel û rêberê xwe yê ku dibû alîkar ku em cîhanê fam bikin û nas bikin winda kir. David Graeber di 2'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Mirina David Graeber li nava Kurdan û cîhanê bû sedema xemgîniyek mezin. Pirtûkên Davît Graeber ên wekî “Ji Antropojiyek Anarşist hin perçe(Anarşist bir Antropolojiden Parçalar)”, “Teoriya Nirxan: Têketinek Antropolojîk (Değer Teorisi: Antropolojik Bir Giriş)”, “Şoreşên berovajî (Tersine Devrimler)” û “Borç: 5000 salên ewil (Borç: İlk 5000 Yıl)” ku wergerî Tirkî hatibûn kirin eleqeyek mezin dît. Graeber bi fikr, raman u wêrekiya xwe û piştevaniya bi tevgera azadiya Kurdan re hat nasîn. Fîlozofê Fransî Bruno Latour, anîbû ziman ku pratîka Graeber a zanînê û sepandtinê ji nev ne cûda ye. Ji ber vê yekê têkoşîna wî ya li kolanê û di pirtûkê de ji hev nayê cudakirin. Hevalê Graeber ê nêzîk Rahila Gupta, têkildarî Graeber ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    ‘LI ROJAVA HÊZ DI MIROVAN DE HEYE'    Gupta, anî ziman ku wî piştî di sala 2016'an de Rojava ziyaret kir, David Graeber nas kir û wiha got: “Min li wir coşa şoreşa jinê nas kir. Ez bûm şahid ku pir girîng û jiyanê diguhere. Ev yek bû sedem ku ez her tiştê der barê Rojava de bixwînim û lêkolîn bikim. Analîza Graeber a “Li Rojava îqtîdara cot (duduyî) bandor li ser min kir. Digot 'Divê bê zanîn ku 'Dewleta' li Rojava, rola wê ya koordinasyonê heye, lê ‘Vîna' wê tune ye. Hêza li Rojava di mirovan de heye.'    Gupta, bal kişand ser analîza Graeber û bûyera ku di ziyareta Rojava de dît û got: “Welatiyan ji bo tucarê di depoya xwe de şekir stok dikir, ji asayîşê xwest ku der barê wî de lêpirsîn bê vekirin. Lê asayiyê diyar kir ku heta destûr ji fermandar nekirin nikarin vê yekê bikin. Welatî li hemberî vê yekê hêrs bûn û gotin. ‘Hûn ne ji bo wan, hûn ji bo me dixebitin." Graeber ev bûyer wiha şirove kiribû: 'Wekî meseleya ku kesê çek di destê wî deheye ne ji jor ber bi şêr hîyarerşiyekê ava bike, rêgeza ku berpirsiyariya ji jêr ber bi jor erka xwe pêk bine ferz dike. Ku ne wisa be encamên şaş ava dike.' Graeber digot 'Ez dikarim bêjim di aliyê teorîya şoreşger de rewşa Rojava di aliyê diyarker de bê mînak e û bê hempa ye. Tişta em dibînin rewşa îqtîdara dualî (Cot) e. "    Grupta nêzîkatiya Graeber a der barê Rojava de jî şirove kir û wiha lê zêde kir: "Li aliyekî wezaret, parlamento, dadgehên bilind û tişta dibişe hikûmetê her tişt heye. Li aliyê din ji jêr ber bi jor meclîsên gel û kom hene. Di nava van du aliyan de hevsengiya hêzê ku herikbar û ji nûve tê muzakerekirin heye"    XWEDAYÊN BÊ RÛPOŞ    Gupta, çavdêriya xwe ya ewil ku der barê Graeber de wiha anî ziman: "Dema danesîna pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 'Manîfestoya Civaka Demokratik: Xwedayê bê Rûpoş û Kralên Tazî' dikir pêşgotina pirtûkê nivîsîbû di konferansa 'Modernîteya Demokrdatîk û Kapîtalîst a di Gulana 2016'an de li Hamburgê li dar xistibûn de axivîbû. Min Graeber di wê konferansê de nas kiribû. Ez li wir bûm heyranê wî. Mirovekî pir henek dikir, jîr û zane bû. Dilnizm bû. Piştî wê rojê min di gelek çalakî û şahiyên Kurdan de ew dît.    Min ji bo pirtûka xwe ya Baviksalarî têkildarî Rojava  beş amade dikir. Ez ser rola bîrdozî ya guhertinên siyasî hûr dibûm. Ji bo xwendinê min pirtûkên li gorî xwe nedît. Ji bo pêşniyarê min peyam ji David’e re şand. Graeber lêkolîna xwe ya bi nivîsa desta ji min re şand.    OCALAN BÛ SEDEM KU CUDA NÊZÎ ANARJIŞÊ BIBE   Gupta, da zanîn ku Graeber pêşniyar kiriye ku pêşgotina ku ji bo pirtûka Ocalan nivîsî ye bixwîne û hin beşên pirtûkê bixwîne û wiha lê zêde kir. Li ser pêşniyarê min Pêşgotin û rûpelên pirtûkê xwend. Ev bû sedem ku ez êdî bi fikr û nerînek din li anarşizmê binerim.    MA / Deniz Nazlim