Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin 2020-09-23 09:26:32 DERSIM – Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku derbarê xwişka wê de lêpirsînek berfireh nehatiye kirin û dixwazin ser dosyeyê bigirin.  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû (21) ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye. 264 roj in agahî jê nayê girtin. Her çiqas Serdozgeriya Komarê ya Dersimê lêpirsîn dabe destpêkirin jî lê heta niha îfadeyên Zaynal Abarakov ê di windakirina Dokû de ku wek gumanbar tê zanîn nehatiye girtin. Li cade û kuçeyên Dersima ku bi kamerayên mobesê hatiye dorpêçkirin, heta niha têkildarî Dokû rastî tu şopê nehatiye. Malbata Dokû ji ber nekirina xebata lêgerînek berfireh bi gazin e.    Derbarê parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Çîmen bi boneya di meha tebaxê de raya giştî agahdar kiribû û gotibû “cîsmek ketibe avê nîne” bi hêceta “nepeniya lêpirsînê binpê kiriye” tê sûcdarkirin.    Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku di lêpirsîna derbarê xwişka wê de bi qasî serê derziyê pêşketin çênebûye û ew metirsîdar in ku tê xwestin ser dosyeyê bigirin.    DAXWAZÊN HEVDÎTINÊ BÊBERSIV MAN      Dokû da zanîn ku lêpirsîna derbarê windakirina xwişka wê de hatibû destpêkirin niha xetimiye û her çiqas wan derbarê mijarê de ji Serokkomar bigire heta gelek rayedarên xwestine hevdîtin bikin jî lê hewldanên wan bêencam mane. Dokû got piştî daxwazên wan bêserlêdan mane dest bi çalakiya rûniştinê kirine û pişt re ew hatine binçavkirin û berdan. Dokû da zanîn ku bêhiqûqî hemû wan dibîne û ew ne qatil û destdirêjkar in, çalakî û daxwaza wan gelek xwezayî ye. Dokû got ew li benda bersiva Waliyê Dersimê û Serokkomar in ku bi wan re hevdîtinê bikin.    GUMANA KU TÊ XWESTIN SER DOSYEYÊ WERE GIRTIN    Dokû anî ziman ku heke daxwaza wan a bi rayedaran re neyê qebûlkirin dê dîsa biçin Enqereyê û got: “Em wek malbatê bi guman in ku ser dosyeyê were girtin. Em nikarin qebûl bikin ku ji me re bêjin ‘xwişka xwe ji bîra bike, bûye dûkel.’ Em ê biçin Meclîsê û bi parlamenteran re hevdîtinê bikin. Pêwîst bike em ê li deriyê her kesî bixin. Gulistan her kêlî di hişê me de ye. Êdî tehamula me nemaye. Ji bo Gulistan gelek pirs tên bîra mirovan. Bila rayedar malbata Gulistan û malbata Zaynal bidin ber hev. Pêwîste Gulistan nebe hedef.”    HÊVIYA WAN HEYE    Dokû da zanîn ku destpêkirina lêpirsîna derbarê parêzerê wan de jî bêhiqûqî ye û tevî hemû neyîniyên ku derbarê Gulistan de derketine holê jî wan hêviya xwe nebiriye û ew bi bawerin dê hiqûqzan aqûbeta xwişka wê derxin holê. Dokû banan li civakê û bi taybetî jî li jinan kir û xwest ji bo Gulistan Dokû deng derxin.    MA / Ayşe Surme