Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome 2020-09-23 09:01:07 SAMSÛN - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seçkîn Kir, anî ziman ku êrîşên nîjadperest ên li Behra Reş diqewimin, berê jî li hemberî rûm û ermenan hatibûn kirin û got: "Hîn jî feraseta Îpsîz Recep û Topal Osman didome."  Ev demeke herêma Behra Reş bi êrîşên nîjadperest di rojevê de ye. Hema bibêje li vê herêmê her sal karkerên demsalî bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Par di van êrîşan de 2 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Îsal jî di 14'ê Îlonê de Eymen Hammamî yê 16 salî yê sûriyeyî li Samsûnê hat kuştin. Her wiha li vê herêmê berê li hemberî siyasetmedarên HDP'î jî hin êrîş hatibûn kirin.    Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seçkîn Kir ev yek nirxand.    RÛM Û ERMENΠ   Kir, anî ziman ku ji bo sedemên êrîşên nîjadperest bên dîtin, divê mirov li paşperdeya dîrokiyî ya herêmê mêze bike. Kir, bilêv kir li paş êrîşan sedemên sosyolojîk û aborî hene û got, hîmê nîjadperestiya li herêmê 100 sal berê hatiye avêtin. Kir got: "Berê piraniya mirovên li herêmê rûmên ortodoksî, ermeniyên orotodoksî û katolîk bûn. Lê belê di demên dawî yên osmaniyan de ev nifûs hat qirkirin. Nexasim jî bi avakirina komarê re ev qirkirin zêdetir bû û ev gel bi temamî hatin tunekirin. Paşê mirov koçî vê derê kirin û qadên nû hatin avakirin. Nifûsa xwecihî ku dibêje em tirk in, li cihên hatin valakirin hat bicihkirin û dest danî ser milkên xeyrîmuslî man."    ‘FERASETA TOPAL OSMAN'    Kir, anî ziman ku 'tebeqeya bijartî' ya li herêmê hat bicihkirin, di warê hebûniyê de deyndarê dewletê ye û got: "Îjar piştî nifûsa rûm û ermenan hat tunekirin, ev tebeqeya nû jî di warê tekparêzî, homojen û çandî de feqîr bû û bi vê re dijminatiya yên derî kodn xwe yên nasnameyî kir. Nîzama mueses her tim bi van taybetmendiyên behra Reş ji xwe re dike propaganda. Nîzama mueses bi destê çeteyên wekî Îpsîz Recep û Toopal Osman ku ew li girtîgehan gihandin, rûm û ermanan tune kir. Heman feraset hîn jî didome."    Kir, destnîşan kir ku ên Hrant Dînk kuştin, ên li Trabzonê rahîb Sanatro kuştin jî berdewamkerê vê ferasetê ne û got, damezrênerê JÎTEM'ê Velî Kuçuk jî bi salan li Gîresûnê xebitiye.    Her wiha Kir, anî ziman ku li Behra Reş gava mirov HDP'î be bedêla wê giran e û got, dewlet her tim dixwaze dijminatiya bi kurdan re bîne bîra mirovan. Kir, diyar kir ku ji bo vê li ji Sînopê heya Artvînê navê eskerên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li serbihuran hatiye kirin.    Kir got: "Li welêt meseleya kurd bê helkirin jî, wê li herêmê dijminatiya ji bo kurdan û nîjadperestî neyê helkirin, wê hinekî din jî wext bixwe. Divê di navbera karkerên kurd ên tên herêmê û xwediyên baxxçeyan û mirovên herêmê de xwişk û biratiyek bê avakirin. Ancax wê çaxê wê dîkekirin nemîne. Jixwe tiştak ku partiya me dike jî ev e."    MA / Tolga Guney