5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin 2018-01-08 14:22:39 DERSIM - 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtî bûn, sirgûnî girtîgehên cuda kirin.  Greva birçîbûnê ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Xerpêtê dabûn destpêkirin di roja 69'emîn de berdewam dike. Girtiyên jin di 10'ê mijdarê de greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dabûn destpêkirin û berdewam dikin. Ji girtiyên diçalakiyê de 5 jin hatin sirgûnkirin. Buroya  Hiqûqnasên Bindestan diyar kir ku muwekîla wan a Gaziya Pirsûsê ye Îlke Başak Baydar ya ji 1'ê Mijdarê de di greva birçîbûn de ye sirgûnî Gîtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2  a hîlwana Riyayê kirin.  Endamên Meclîsên Federasyona Sosyalît (SMF) Dersim Konak, Gîzem Yamaç û Çîgdem Kilinç jî hatine sirgûnkirin. Girtiyeke ku ji girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T ya Rihayê  bi telefonê li malbata xwe geriya diyar kir ku Dersim Konak anîne qawîşa wan. Girtiya jin Leyla Elma ya li qawîşa D6 jî sirgûnî Girtîgeha Osmanyeyê hatiye kirin. Rayedarên    Girtîgeha Xerpêtê ya Jinan derbarê girtiyan de tu agahî nedan. Malbatan jî diyar kir ku rêveberiyê beriya niha ragihandibû ku wê girtiyan sirgûn bikin. Xizmên girtiyan, destnîşan kirin ku sirgûn ji bo têkbirina berxwedana girtiyan pêk hatiye.