Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê 2020-09-23 09:01:03 QERS – Siyasetmedar Mahmût Alinak ku dihat xwesin cezayê muebetê lê bê birîn û paşê bi cezayê "hepsa malê" hat berdan got: "Min nizanibû wê mala ku ez lê çêbûme û mezin bûme bibe girtîgeh." Her wiha Alinak, bibîr xist ku wê dnaişîna doza wî di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin û got, heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin ew ê bixwaze ku wî bişînin girtîgehê.   Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak, di 17'ê Sibatê de hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "xirabkirina yekîtiya dewletê" hatibû girtin. Piştî hat girtin dozger xwestibû cezayê muebetê lê bê birîn. Lê belê di 13'ê Gulanê de di danişîna ewil de hatibû berdan û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn. Alinak, 4 meh in di hepsa malê de ye. Alinak, bilêv kir ku dibe ku di danişîna 24'ê Îlonê de cezayê hepsa malê bi dawî nebe, wê daxwaz bike ku wî bişînin girtîgehê.    LI MALA XWE GIRTÎ YE    Alinak, bilêv kir ku mala lê çêbûye û lê mezin bûye veguheriye girtîgehê û got: "Gava em wê û girtîgehê didin ber hev, helbet zehmetiyên hepsa malê jî hene. Li malê tu bi tenê yî. Lê gava tu di girtîgehê de yî, qet neb li hucreya te çend hevalên te hene û tu dikarî bi wan re biaxivî. Lê belê nrewşa niha ne wisa ye. Gava di girtîgehê de bûm min tim dinivîsand, lê belê niha li malê girtî me. Paqijiya malê heye, çêkirina xwarinê heye. Ji lewra gava ez paqijiyê dikim an jî xwarinê çêdikim, konstarasyona min a ji bo tiştên dixwazim binivîsim xera dibe. Gava konstantrasyon xera dibe, nikarim li ser nivîsandinê hûr bibim. Li hepsa malê jî eynî wekî girtîgehê her roj zû şiyar dibim. Nexasim li ser pirtûka xwe ya 'Dengê Xwedê Davo' dixebitim. Cari carinan serdêrên min tên. Wextê min bi piranî bi xwendin û nivîsandinê re derbas dibe."    ‘KELEMÇE TIŞEKÎ BÊRÛMET E'    Alinak, ji bo kelemçeya elektronîk ku li nigê wî xistibûn û 2 meh berê jê derxistibûn got: "Kelemçe tiştekî pir bêrûmetî ye. Kelemçe, xelekeke koletiyê ye. Li TEM'ê xwestibûn kelemçeyê li destê min bixin, lê min qebûl nekiribû. Dû re hatim girtin û gava min birin girtîgehê xwestin kelemçeyê li destê min bixin, lê ez bi vebêjirkê 'an mirin an kelemçe'yê re rû bi rû mam. Min mirin tercîh kir û min nehişt kelemçeyê li destên min bixin. Piştî hatim berdan vê carê rabûn kelemçeyê li gûzeka nigê min xistin. A rast min ew jî qebûl nekir û xwest biçim girtîgehê, lê yên li derdora min gotin 'Tu yê nikaribû vê rewşê ji yên li derve re bibêjî. Niha bihêle bila kelemçeya elektronîk li lingê te bixin, dû re tu yê îtiraz bikî wê derxin.' Lewma kelemçeya elektronîk li lingê min xistin. Mehek şûnde jî derxistin. Lê hîn jî hepsa mala didome."    'EM Ê AZAD BIBIN'   Alinak, bibîr xist ku ji bo têkoşeran girtîgeh ne deverên tirsê ne û got: "Di warê têkoşînê de li zindanê bim jî û li malê bim jî ez xwe tim wekî xortekî 18 salî hîs dkim. Lewma ne hucreyên girtîgehan ne jî hepsa malê nikarin xwe li ber muqawemeta min bigirin. Heps, gava ji bo azadî û rûmetê be, ji bo min wekî pêlîstokeke zarokn e. Girtîgeh, ne cihê tirsê ye. Bi girtîgehan, bi îşkence û sirgûnan mirovên em ditirsînin. Peyama min a ji bo dê û bavan û gelê me ev e; girtîgeh û hucreyên wê ne deverine ku mirov jê bitrisin. Em ê ji wan hucreyên girtîgehan derkevin û azad bibin. Wê kulîlkên azadiyê piştî xelasiya ji wan hucreyan kulîlkan vedin."    BEHSA PIRTÛKA XWE YA NÛ KIR    Alinak, da zanîn ku pirtûkeke wî ya li ber weşandinê heye û got, di vê pirtûka xwe de behsa merhaleyên ku girtiyekî siyasî tê re derbas bûne dike. Alinak got: "Navê pirtûka min a nû ku wê di nêz de bê weşandin 'Degişîm' (Guherîn) e. Min di vê pirtûka xwe de behsa ciwanekî kurd kiriye ku di doza PKK'ê de hikum xwariye. Wekî tê zanîn Franz Kafka di pirtûka xwe ya bi navê 'Veguherîn'ê de behsa kêzikekê dike. Ez jî guherînê dinivîsim. Lê ez behsa mirovekî, behsa girtiyekî siyasî dikim û ku di kîjan merheleyan re derbas bûye. Her wiha ligel vê pirtûkeke min a din jî heye, nû çap bûye. Romana min a bi navê 'Hendektekî Gelîncîk' e. Di vê romana xwe de behsa evînekê dikim ku li Enqereyê bi dilxweşî dijiya, lê li xendekên Nisêbînê bi zemgîniyekê bi dawî dibe. Lehenga romanê Dilşa ye. Dilşa, jineke ciwan e û ji ber hesreta ji bo axa xwe û warê xwe dev ji jiyana xwe ya rihet a li Enqereyê berdide û berê xwe dide Nisêbînê. Mixabin Dilşa ji bo bîrî û hezkirina ji bo welatê xwe, di xendekan de jiyana xwe ji dest dide. Ev evîna Dilşayê ji bo pêşeroja me dibe ronî."    ‘WÊ EV ZORBETÎ NIKARIBIN ME BITEPISÎNIN'    Alinak, bibîr xist ku wê danişîna dudoyan a doza wî di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin û got, heger cezayê hepsa malê bi dawî nebe, wê bixwaze ku wî bişînin girtîgehê. Alinak got: "Gava mesele azadî û rûmet be, jixwe heps lîstika zarokan e. Dixwazim ji gelê xwe re vê bibêjim; pir dilxweş im û wê ev zorbetî û neheqî nikaribin me bitepisînin. Wê agirê azadiyê yê li nava dilê me gurtir bibe."    MA / Ozlem Yayan