Bi rojan tî û birçî dimînin 2020-09-23 09:00:59 BEDLÎS - Penaberên ji Pakîstan, Afganistan û Sûriyeyê dikevin rê û dixwazin di ser Tirkiyeyê re biçin Ewropayê, di rêwîtiya xwe ya bi mehan de carinan bi rojan tî û birçî dimînin û carinan jî gef li wan tên xwarin û tên xespkirin.  Penaberên pakistanî, afxanistanî û sûriyeyî ku ji ber sedemên cur bi cur ji welatên xwe direvin û tên Tirkiyeyê, carinan diqerisin û difetisin û jiyana xwe ji dest didin. Penaberên ji van talûkeyan difilitin jî ji sînorê Wanê ber bi bajarên din ve bi rojan dimeşin. Penaberên ku di rê de bi rojan tî û birçî dimînin, dixwazin dengên wan bê bihsîtin. Penaberên ku ji Wanê ber bi navçeya Tetwan a Bedlîsê ketine rê, diyar dikin ku di rê de hin kes gef li wan xwarine û bi darê zorê pereyên wan ji wan stendine. Penaberên ku ji bo li noqteyên cendirmeyan neyên zevtê di nav çiyayan re diçin, gava dibe şev jî an li binê piran an jî li parkan dimînin.    ‘CAR HEYE AV JÎ BI DEST ME NAKEVE'   Mercan Niyaziyê afxanistanî got: "Hin kesên em wan nas nakin bi kêr û çekan gef li me xwarin. Bi zorê pereyên me ji me stendin. Di rê de em bi gelek pirgirêkan re rû bi rû dimînin. Duh bi şev em li binî pirekê man. Li vê derê telefona hevalê me dizîn. Carinan hin kesên em wan nas nakin gefan li me dixwin û pereyê me bi zorê ji me distînin. Hin esnaf jî tiştekî bi lîreyekê bi 3-4 lîreyan difiroşin me. Li hin cihan nan bi lîreyekê ye, li hin cihan jî bi 2-3 lîreyan e. Di rê de car heye ne nan ne jî av bi dest me nakeve."    ‘JI BO JIYANEKE NÛ'    Niyazî, bilêv kir ku ji bo avakirina jiyaneke nû ji şer reviyane û got: "Em ji Afxanistanê hatin Pakistanê û ji wir jî hatin Îranê. Ji Îranê jî carinan bi rêyên qaçax, carinan jî bi melê em hatin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê jî em ji Wanê heya Tetwanê meşiyan. Em ê ji vê derê jî biçin Stenbolê û ji wir jî bi rêyên qaçax berê xwe bidin Ewropayê. Ji ber şerê li welatê me, em berê xwe didin Ewropayê. Li he rgundî, li her bajarokî û li her bajarî şer heye. Di vî şerî de birayê min jiyana xwe ji dest da. Em ji bo ji xwe re jiyaneke nû ava bikin em ji ber şer direvin."    ‘SAR E, LÊ EM MECBÛR IN'    Niyazî, anî ziman ku mehek e di rê de ne û got: "Ancax me gihan Tetwanê. Êvarî em di binî pirê de radizên. Dinya sar e, lê em mecbûr in. Carinan em li wesayîtan siwar dibin lê gava polîs me zevt dike, me dişînin cihê em jê hatine. Gava me dişînin cardin em dikevin rê û heman rêyê dimeşin."    WÊ BIÇE KONYAYÊ    Penaber Nûr Ahmet jî anî ziman ku 35 roj in di rê de ne û got: "Em tim di çiyê de dimeşin. Ez ê ji vê derê biçim Konyayê. Bavê min li wê derê şivantiyê dike. Ez ê jî biçim cem wî."    MA / Bariş Donmez