Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî 2020-09-22 21:24:31 WAN- Osman Şîbanê ku danê sibehê bi biryara dozgeriyê bi darê zorê ji malê hatibû wergirtin û polîsan wî biribû nexweşxaneya eskeriyê, malbata wî ew wergirt. Malbat, Şîban bi ambulansê dibe Mêrsînê.    Di 11'ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê, eskeran Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribûn û paşê derketibû holê ku eskeran her du kesan ji helîkoterê avêtiye erdê. Îro jî bi biryara dozgeriyê Osman Şîban bi darê zorê ji malê hatibû wergirtin û polîsan ew biribû nexweşxaneya eskeriyê. Dozgeriyê, ji nexweşxaneyê rapor xwest bê ka Şîban dikare îfadeyê bide yan na. Lê belê piştî muayeneya li nexweşxaneya eskeriyê hatibû diyarkirin ku Şîban nikare îfadeyê bide.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di nava rojê de ji malbatê re gotiye hûn dikarin Şîban bibin Mêrsînê. Li ser vê malbatê Şîban ji nexweşxaneya eskeriyê wergirt û b ambulansê ber bi Mêrsînê ve ket rê. Tenê hiştin xizmekî Şîban li ambulansê siwar bibe. Xizmên din jî bi wesayîtên xwe ketin rê.    Her wiha piştî çend rojan cara ewil Şîban axivî. Şîban ji kesên li rewşa wî pirsîn got: "Elhemdulîlah, ji vê re jî şikir."   Her wiha hat hînbûn ku Servet Tûrgût hîn jî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê di beşa awarte de ye û rewşa wî giran e.