Dozger ji bo rojnameger Dogru ceza xwest 2018-01-08 13:59:47 SAKARYA – Nûçegîhanê DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin  Muhammet Dogru jî di navde 13 kesên tên darizandin derketin pêşberî heyeta dadgehê. Dozger der barê 12 kesên ku Dogru jî di navde bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê kiriye" xwest bên cezakirin. 8'emîn danişîna doza 13 kesên ku di navde Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Muhammet Dogru jî heye li 2'emîn Dadgeha Cezayên  Giran a Sakarya hat dîtin. Di danişîna dozê de Dogru amade nebû. Bersûcên dosyayê Semih Batikan, Nesih Soydan, Nazile Akarsu û Zozan Han di danişînê de amade bûn. Dozger der barê Nazile Akarsu de xwest bê beraetkirin. Dozger der barê bersûc Mikail Erkan, Leyla Ayalp, Saliha Aras, Muhammet Emin Ozvariş, Zozan Han, Muhammet Dogru, Ayşe Durmaz, Filiz Yavuz, Semih Batikan, Dogan Togcu, Nesih Soydan û Gul Narin Çelik de jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê kiriye" xwest bên cezakirin.   Parêzeran jî parastin kir û ji bo parastinê wext xwestin.    Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzeran doz taloqî 26'ê Sibatê kir.