KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin 2020-09-22 16:37:11 MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, di serdana karkerên kurd ku li Sakaryayê êrişa nijadperestî li wan hatibû kirin de ev tişt got: “Em bi têkoşîneke hevpar a li dijî van van nijadperest û paşverûyan dikarin vê faşîzmê di paş de bidin.”    Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî di nav de gelek endamên sendîkayê, li navçeya Şemraxê ya Mêrdînê çûn serdana karkerên ku di 4’ê îlonê de li Sakaryayê êrişa nîjadperestî li wan hatibû kirin.     BERTEK NÎŞANÎ QARANTÎNAYÊ DAN    Heyetê, dema serdanê li gundê Kelekê bi karker û malbatên wan re sohbet kir û pirgirêkên ku jiyabûn guhdar kir. Xizmên karkeran, bertek nîşanî qarantînaya ku piştî êrişê bi hinceta vîrûsê li ser gundê wan hatibû dayîn dan û got ku heke nîjadperestî nîne be gelo çima hatina parlamenterên me asteng kirin.     PEYAMA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Piştî hevdîtinên bi karker û xizmên wan re heyetê bi karkeran re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û diyar kir ku di encama polîtîkayên hikûmetê de êrişên nîjapperest ên li dijî kurdan û penaberan zêde bûne û wiha got: “Ji ber gotinên nîjadperest ên bloqa AKP-MHP’ê welatî bi êrişên bi vî rengî re rûbirû dimînin. Bi qanûnên bêcezahiştinê ku dewletê derxistiye, faşîst û paşverûyên ku van êrişan pêk tînin, piştî girtina gotinên wan tên berdan. Em piştevaniya hemû kesên ku êriş li wan hatiye kirin, dikin. Em bi têkoşîneke hevpar a li dijî van van nijadperest û paşverûyan dikarin vê faşîzmê di paş de bidin.”      Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.