Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê 2020-09-22 16:30:56   ÊLIH – Danişîna doza bi piraniya wan ku ciwan in 76 kesên bi boneya destek dane çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û çêkirina Bendava Ilisû protesto kirine tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna doza bi piraniya wan endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ne û komek kesên din bi boneya piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribûn û çêkirina Bendava Ilisûyê protesto kiribûn tên darizandin li Dadgeha Êlihê hat lidarxistin. Çalakiyên di demên cuda de hatine lidarxistin û bi îdiayên “muxalefetiya meş û civînan kirine” û “tevî hişyariyê jî belav nebûne” doza hatiye vekirin di dosyeyekê de kirine yek.    POLÎSAN DADGEHÊ DORPÊÇ KIR    Danişîn li 1’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye hat lidarxistin û beriya danişînê polîsan avahiya edliyê dorpêç kir. Destûr nehat dayîn ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê derbasî avahiya edliyê bibin. Tenê destûra kesên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne û 20 kesên li dadgehê amade bûn dan. Danişînê bi parastinê dest pê kir.    PARÊZERAN BERTEK NÎŞAN DA    Parêzeran bertek nîşanî ku du dosyeyan kirine yek dan û diyar kirin ku girêdanek fîlî û hiqûqî ya çalakiyan bi hev re nîne û xwestin dosye ji hev bên cudakirin. Parêzeran xwest dîmenên di dosyeyê de cih digirin ji aliyê şandeya pispor ve werin lêkolînkirin.    Şandeya dadgehê xwesteka lêkolîna dîmenan red kir û ragihand ku cudakirina dosyeyan û rakirina biryara qedexeyan dê binirxîne.    Danişînek din taloqî 19’ê çileya 2021’an hat kirin.