Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin 2020-09-22 16:30:28   DÎLOK - Du zarokên keç ên Sûriyeyî Hadîce Huseyîn û Esra Huyseyîn 11 rojin gahî ji wan nayê girtin. Malbata her du zarokan ku ji polîsan tu encam bi dest nexist, daxwaza alîkariyê kir.    Li navçeya Şahînbey a Dîlokê, du dutmanên hev Hadîce Huseyîn a 17 salî ya li taxa Esentepe bi malbata xwe re dijî û Esra Huseyîn a 15 salî ya li taxa Beybehçeyê dijî yên ji Sûriyeyê 11 rojan agahî ji wan nayê girtin. Malbatên zarokên ji malê derketin û carek din ji wan agahî nehat girtin serî li polîsan dan. Malbatên ku ji polîsan tu encamek negirtin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Dîlokê dan û daxwaza alîkariyê kirin.    Şaxa ÎHD’ê ya Dîlokê, dûre bi malbatên zarokên wan winda bûn re, li Oarka Yeşîlsu ya girêdayî navçeya Şahînbeyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD’ê Selman Yargîn daxuyanî da û wiha got: “Li Dîlokê, ligel kamerayên mobesê jî ev 11 rojin 2 zarok nayên dîtin. Ji bo dîtîna her du zarokan, divê xebateke lêgerînê ya bi bandor bê birêve birin.”   MALBATAN: ALÎKARIYÊ BIDIN ME    Dûre dayika Hadîce Huseyîn Behiye Hasan axivî û ji bo keça xwe ya winda daxwaza alîkariyê kir. Dayik Behiye Hasan, diyar kir ku keça wê 11 rojin windaye û wiha got: “Kes êşa min nizane. Alîkariya me bikin. Em perîşan bûne.”   Dayika Esra Huseyîn Selva Huseyîn jî banga alîkariyê kir û xwest keça wê tavilê bê dîtin.