Li ser gora Goktepe ‘Bi înat em hemû Metîn in’ qêriyan 2018-01-08 13:59:14 STENBOL - Parlamenter, parazvanên mafên mirovan rojnamegeran û malbata Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di 22’yemîn salvegera qetilkirina wî de li ser gora Goktepe ew bi biranîn. Kesên beşdarî bîranînê bûn, rojnameya Evreselê û qûrnefîl danîn ser gora Goktepe û dirûşmeya “Bi înat em hemû Metîn in” berz kirin.  Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku ji hevalên xwe re got “Teqez divê ez bişopînim” û çû nûçeyê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û kuştin, di 22’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Kemer a Esenlerê hat bi bîranîn. Malbata Goktepe, xebatkarên Rojnameya Evrenselê, Parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Bariş Yarkadaş, parêzerên OHP’ê, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û parlamenterê berê Levent Tuzel, Dayîkên Şemiyê, Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê DÎSK’ê Faruk Eren, nûnerên TGS’ê, nûnerên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Beşdarvanan Rojnameya Evrensel û qûrnefîl danîn ser gora Goktepe. Di şexsê Goktepe de ji bo bîranînan hemû rojnamegerên hatin qetilkirin deqeyek rêz girtin û dirûşma “Bi înat em hemû Metîn in” berz kirin.    POLAT: BILA HEMÛ ROJNAMEGER BÊN BERDAN   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat di bîranînê de axivî û wiha got: “Di ser qetilkirina Goktepe re 22 sal derbas bûn. Goktepe rojnamegerek bi biryar bû. Karê xwe bi coş û kelecanî dikir. Gava Metîn hat binçavkirin li gel wî  Ahmet Şık hebû. Ahmet destpêkê doza Metîn şopand. Metîn ji aliyê rayedarên dewletê ve hat qetilkirin û mîna cînayetekê ku ceza girt ket dîrokê. Rojnamegeran bi biryardariyek mezin doz şopandin û cara yekemîn bi encam bû.”     Polat xwest Ahmet Şik û hemû rojnamegerên girtî serbest bên  berdan û wiha bi dawî kir: “Heya hemû rojnameger serbest bên  berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îro gelek rojnamegerên ciwan şopdarên Metînin. Ger îro li Tirkiyeyê 150 rojnameger girtin e,  ev tê wateya ku rojnamegertî li Tirkiyeyê çiqas bi hêz bûye.”   DAYÎK GOKTEPE: EM HEMÛ METÎN IN   Dayîk Fadîme Goktepe jî, li ser gora kurê xwe axivî û spasiya xwe ji beşdarvanên bîranînê re kir.   Dayîk Goktepe, diyar kir ku ew aştî û edaletê dixwaze û wiha got: “Ez dixwazim zarokên me ji girtîgehan derbikevin. Dewleteke baş dixwazim. Bila zarok neyên kuştin, dayîk rondikan nebarînin û nekevin girtîgehan. Ez dixwazin ên di grevê de ne mirin. Hûn hemû Metîn in.”   EREN: EMÊ VÊ PÊVAJOYÊ BIBÎN METÎN Û DERBAS BIKIN    Serokê Kar ê Çapemeniyê DÎSK’ê Faruk Eren jî, anî ziman ku êşên 22 salan hîna zindîne û wiha axivî: “Ne tenê Metîn hat qetilkirin. Bi sedan rojnameger û parêzvanên mafên mirovan hatin qetilkirn. Rewşa îro ya em dijîn ji wan rojan ne cudatire. Rojnameger cardin tên kuştin û gef li wan tê xarin. Wan dixin girtîgehan. Em di serdemek tarî dene. Lê emê vê pêvajoyê bibin Metîn û derbas bikin. Emê hîn zêdetir bibin Metîn. Em hemû Metînin.”    TUZEL: EM Ê BI TÊKOŞÎN SERBIXIN   Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û parlamentere berê Levent Tuzel, diyar kir ku êrîşên dewletê yên li ser gelên mezlum û rojnamegeran didome û wiha axivî: “Bi zanebûn Metîn kuştin. Di wê serdemê de 25 rojnaemger bi destê dewletê hatin qetilkirin. Niha jî vê yekê dikin. Emê li dijî rejîma OHAL û KHK’ê li ber xwe bidin û welatekê demokratîk diyarî hemû dayîkên maîna dayîka Fadîme bikin. E mê bi têkoşîn serbixin.”    TANRIKULU: DIVÊ QEDERA WAN NE GOR Û GIRTÎGEH BIN'   Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrıkulu jî wiha axivî: “Divê qedera rojanegeran ne gor û girtîgeh bin. Teqez emê ji vê rewşê derbikevin.”   Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.