Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye 2020-09-22 15:29:53 WAN – Osman Şiban ku saetên serê sibejê bi biryara dozgeriyê bi zorê ji mala xwe hat girtin û sewqî nexweşxaneyê hat kirin, piştî hat fêmkirin nikare gotin bide, careke din kirin tedawiyê. Parêzerên Şiban, ji bo ku tedawiya Şiban li nexweşxaneya dewletê bê kirin, serlêdan kirin.     Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û heta 2 rojan agahî ji wan nehatibû girtin. Piştî 2 rojan derketibû holê ku li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyekê tên tedawîkiri û bi rapora nexweşxaneyê hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin.    RAPORA REWŞA ŞIBAN   Şiban ku tabûrcî bûbû û çûbû mala xwe îro, serê sibehê bi biryara dozgeriyê bi zorê ji mala xwe hat girtin û sewqî nexweşxaneya leşkerî hat kirin. Dozgeriyê ji nexweşxaneyê rapora ku Şiban dikare gotin bide xwest. Li ser mieyna ku li nexweşxaneyê hat kirin, hat diyarkirin ku rewşa Şiban a ku gotin bide tuneye.    PARÊZERAN SERLÊDAN KIR   Li ser rapora derbarê wî de ya li nexweşxaneya leşkerî  kuji dozgeriyê re hat şandin, Şiban careke din kirin tedawiyê. Parêzerên malbata Şiban, serlêdan kirin ku Şiban ne li nexweşxaneya leşkerî li nexweşxaneya dewletê bê tedawîkirin.