Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef 2020-09-22 14:26:36   ENQERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû serdana TTB’ê kir got: “Ji ber ku TTB rastiyan dibêje dibe armanc. Terorîzekirina têkoşêrên li dijî Kovîd-19 tişta herî eletewş e.”       Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û şandeya pê re serdana Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) kir. Serokê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB’ê Sînan Adiyaman û rêveberên TTB’ê şandeya CHP’ê pêşwazîkirin. Beriya serdanê qûrdeleya reş bi ber dilê Kiliçdaroglû ve hat dayîn.    Piştî serdanê Kiliçdaroglû û Adiyaman daxuyanî dan çapemeniyê. Adiyaman diyar kir ku TTB tenê ne rêxistina bijîşkan rêxistina gel e û spasiya her kesê destek dan wan kir.    ‘JI BILÎ HIŞYARIYÊ TIŞTEK DIN NEKIRINE’    Pişt re Kiliçdaroglû axivî, spasiya xebatkarên tenduristiyê hemûyan kir û got: “Xebatkarên tenduristiyê bi boneya li dijî zêdebûna pêketiyên koronayê hişyarî dan, bûn armanc. Xebatkarên tenduristiyê hişyar neke wê kî bike? Ji bilî hişyariya yên me xistine talûkeyê tiştek nekirine. Di serê ewilî yê şewbê de xeletiyan kirin, gavên divê bihatana avêtin nehatin avêtin. Nikarin pêvajoyê birêve bibin. Li şûna îqtîdarê divê Desteya Zanistê daxuyanî bide. Ji ber ku TTB rastiyan dibêje dibe armanc. Terorîzekirina têkoşêrên li dijî Kovîd-19 tişta herî eletewş e.”