‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’ 2020-09-22 14:11:26 AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê, diyar kir ku deshilatdariyê derbarê pêvajoya pandemiyê de guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye û got: “Ji bo tedbîrên werin girtin divê desthilatdarî girîngiyê bide fikrên saziyên tenduristiyê.”     Platforma Tenduristiyê ya Amedê, kedkarên tenduristiyê yên ku  ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan , li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî bi daxuyaniya çapemeniyê bi bîr anîn. Endamên platforma tenduristiyê, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endamên MYK’ê yên Egîtîm Sen û Tum-Bel Sen’ê beşdarî bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê pankarta “Em naxwazin bimirin em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” vekirin û dirûşmeya “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” berzkirin. Beşdarvanan ji bo xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan deqîqeyekê rêz girtin. Dûre Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Şiyar Guldîken axivî.    ‘DIVÊ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ WERIN GUHDAR KIRIN’    Guldîken, bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên pandemiyê û wiha got: “Em hemû jî dizanin ku ev pandemî bi sê qûralên bingehîn nikare were sekinandin. Hemû rayedar vê dibêjin ‘rûpoş, temas û paqijî’. Lê pandemî li tu derê cîhanê bi van qûralan nehat sekinandin. Tedbîrên ku werin girtin gelek hêsan in. Madem ev welat têra xwe dike wê demê em jî dikarin vê yekê bikin. Divê giringiyê bidin fikrên saziyên tenduristiyê. Lê mixabin hikumetê guhên xwe girtiyê û hevpara wî jî ewqas li ser hişên xwe çûye ku kesên pêşengtiyê ji pêvajoya pandemiyê re dikin xwest saziya wan were girtin. Divê demildest dest ji vî zimanî berdin.”   ‘HER ROJ BI DEHAN WELATÎ JIYANA XWE JI DEST DIDIN’   Guldiken, anî ziman ku her roj bi dehan xebatkarên tenduristiyê û bi sedan welatî bi nexweşiya covîd-19’ê dikevin û wiha axivî: “Her roj bi dehan mirov li vî welatî jiyana xwe ji dest didin. Her kes her tiştî dibîne. Em careke din rayedaran vedixwînin ku me guhdar bikin.”   ‘DESTHILATDARÎ TENDURISTVANAN HEDEF NÎŞAN DIDE’    Pişt re Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, xebatkarên tenduristiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Em dizanin ku desthilatdarî sendîkayên muhalîf derve dihêle û bi sendîkayên alîgir re ji derveyî zanîstê dixwaze pêvajoya pandemiyê bi rêvebibe. Derket holê ku desthilatdariyê ji bo ku pandemî kêm bibe tu tedbîr negirtine.  Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa coronayê ketin û bi sedan jî pê mirin. Desthilatdariyê ji xebatkarên tenduristiyê yên ku bi awayekî fedakar dixebitin re bi gotinên netewperest, cihekar wan hedef nîşan didin. Me dît ku li navçeya Keçîoren a Enqereyê êrîşek li xebatkarên tenduristiyê hat kirin. Desthilatdarî li hemberî kesên êrîşkar re polîtîkaya bê cezatiyê dide meşandin. Ev yek jî êrîşên li ser tenduristvanan zêde dike.”   ‘TEDBÎRÊN PÊWÎST DIVÊ WERIN GIRTIN’   Bozgeyîk, bang li desthilatdariya AKP’ê û çapemeniya alîgir kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dest ji hedefgirtina kedkarên tenduristiyê yên ku 6 meh in bê navber dixebitin re û zimanê netewperest berdin. Ji bo ku welatî û xebatkarên tenduristiyê zêdetir jiyana xwe ji dest nedin em banga hestiyariyê dikin ku tedbîrên pêwîst werin girtin. Ji vir careke din dibêjin ku bila ji hemû kedkarên cemaweriyê û yên tenduristiyê re alavên paqijiyê û parastinê bê pere were dayîn.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.