Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo? 2020-09-22 13:53:05   WAN – Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Wanê di dorpêça polîsan de axivî û got: “Suleyman Soylû û Hulusî Akar, JÎTEM’a we ya nû vê êşkenceyê pêk anî gelo?”    Şandeya HDP’ê ji bo bûyera êşkenceya li Osman Şîban û Servet Tûrgût ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkoptêrê hatin avêtin lêkolîn bike li Wanê ye û bi dorpêç û astengiyên polîsan re rûbirû maye. Şandeya ji Parlamenter û rêveberên HDP, DBP, PÎA pêk tê çûn ber nexweşxaneyê. Polîsan şandeyê dorpêç kir û daxuyanî di dorpêçê de hat dayîn. Polîsan destûr neda rojnamevan daxuyaniyê bişopînin.    ‘JÎMET’A WE YA NÛ ÊŞKENCEYÊ PÊK ANÎ GELO?’    Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê pêşengiya şandeyê dike diyar kir ku ew ê dest ji doza vê êşkenceya hatiye kirin dê bernedin. Olûç bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê bûyerê de eşkere kiribû da û got: “Waliyê Wanê bi daxuyaniyê dixwaze ser bûyerê bigire. Naxêr ev her du welatî bi silametî hatine binçavkirin û paşê êşkence li wan hatiye kirin û ji helîkoptêrê hatine avêtin. Pir eşkere êşkence li wan kirine. Wezîfeya Waliyê Wanê ne ew e ku ser bûyerê veşêre, wezîfeya wî ew e ku vî sûcê dij mirovane derxe zelaliyê. Karê wî ew e ku yên vê kirine û berpirsiyarên bûyerê bixe ber lêpirsînê. Lê walî bi israr dixwaze ser bûyerê bigire. Em ji vir dipirsin; fermana vê êşkenceyê kî da û kî sepand? Kî fermana vê êşkenceyê dinixême? Em ji Suleyman Soylû dipirsin; Wezareta Karên Navxweyî berpirsiyar e? Em ji Hulusî Akar dipirsin; Wezareta Parastinê berpirsiyar e? Tîmên taybet vê êşkenceyê pêk anîn gelo? Hêzên emniyetê vê êşkenceyê pêk anîn gelo? Yan jî JÎTEM’a we ya nû pêk anî? Em dixwazin vê hîn bibin.”     ‘ZILMKIRINA LI KURDAN SERBEST E’    Olûç anî ziman ku ew ê hem di warî hiqûqî de hem di warê polîtîk de wê pêşiya vê bûyerê bernedin û got: “Zilm û êşkencekirina kurdan serbest e. Yên ku zilmê li kurdan dikin tu tişt ji wan nayê kirin. Ev zilmkar û êşkencekar tên xelatkirin û bêceza dihêlin. Em li dijî her cûre zilm, êşkence û êrişên vê îqtîdarê berxwedana xwe ya demokratîk didomînin û heta dawiyê em li cem van welatiyên xwe ne. Teqez wê hesabê vê zilmê were pirsîn.”    Piştî daxuyaniyê şande çû serdana Osman Şîban ê bi darê zorê birin nexweşxaneya leşkerî.