Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin 2020-09-22 13:21:49 WAN - Şandeya HDP’ê ya serbijîşkê nexweşxaneya Osman Şîban û Servet Tûrgût ên Şaxa Wanê hatin binçavkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin ên li hatin derman re hevdîtin kir, xwest daxuyanî bide çapemeniyê, lê polîsan şande dorpêç kir û daxuyaniya çapemeniyê asteng kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku derket holê Osman Şiban û Servet Tûrgût ên li navçeya Şaxa Wanê dibin çavan de hatin îşkencekirin û dûre bi rapora nexweşxanê hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin, şandeyek şand bajêr. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenterên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentere Mêrsînê Ridvan Tûran, endamên MYK’ê, rêveberên HDP, DBP û Partiya Mirov û Azadiyan di şandeyê de cih girtin. Polîsan berî şande bê, avahiya HDP’ê ya bajêr bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Rêveber û endamên partiyê yên xwestin biçin balafirgehê û şandeyê pêşwazî bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan biryara qedexeya walîtiyê kirin hincet. Li ser vê yekê nîqaş di navbera polîs û endamên partiyê derket. Endamên partiyê piştî hevdînan, şandeya HDP’ê ya hat Balafirgeha Ferît Melen pêşwazî kirin. Li vê derê çardin di navbera polîs û HDP’iyan de  nîqaş derket.    POLÎSAN ŞANDE DORPÊÇ KIRIN   Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûha Olûç, piştî ku bi polîsan re hevdîtin kir, astengkirina polîsan hat rakirin. Şandeya bi serbijîşkê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê ku Şiban û Tûrgût lê hatibûn dermankirin  re hevdîtin kir, xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan şande kir dorpêçê û destûr neda ku şande daxuyanî bide. Li ser vê yekê çardin nîqaş derket. Di navbera polîsên xwestin endamên partiyê binçav bikin û parlamenteran de, pevçûnek kurt hat jiyîn.    Şandeyê herî dawî di balokeya polîsan de, neçar man ku daxuyanî bidin. Şandeya HDP’ê hîna jî li ber nexweşxanê radiweste.