ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin 2020-09-22 13:21:16 ENQERE – ÎHD’ê eşkere kir ku di nava 10 salan de 280 êrişên nijadperest qewimîne û 47 goristana hatine rûxandin.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) “Rapora Taybet a Êrişên Nijadperest a Demên Dawî û Sûcên Nefretê Li Tirkiyê” bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber ku sererastkirinên yasayî yên derbarê sûcên nefretê de bi berfirehî nîne valahiya cidî ya yasayî derketiye holê. Di raporê de hat destnîşankirin ku di demên dawî de li dijî karkerên kurd û penaberên Sûriyê êrişên nijadperest zêde bûne û ev yek jî ji ber polîtîkaya “bêcezakirinê” diqewime.    DI 10 SALAN DE 280 ÊRIŞÊN NIJADPEREST    Di raporê de hat gotin di sala 2019’an de kesek bi êrişa nijadperest re, 5 kes jî ji ber LGBTÎ bûne di êrişan de hatine kuştin û 27 kes jî di encama êrişên nefretê de hatine birîndarkirin.    ÎHD’ê di raporê de destnîşan kir ku ji sala 2010’an heta niha 280 êrişên nijadperest pêk hatine û di van êrişan de 15 kes jiyana xwe ji dest dane û 97 kes jî birîndar bûne.    47 ÊRIŞÊN RÛXANDINA GORISTANAN    Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di nava van salan de 47 êrişên rûxandinê li dijî goristanan pêk hatine. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev bûyer hemû ji ber polîtîkaya bêcezakirinê pêk tên û mînaka vê yekê jî berdana çawişê pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedema kuştina Er hat nîşandan.    Di dewama raporê de cih dan bûyerên girîng ku pêk hatine.