Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye 2020-09-22 12:43:21 WAN - Parêzerên malbatên Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li Wanê dibin çavan de hatin îşkencekirin û dûre derket holê ku ji helîkopterê hatine avêtin, bertek nîşanî daxuyaniya “Dema reviya ji zinar ket û birîndar bû” ya walîtiyê  dan û diyar kirin ku agahiya walîtiyê ji dosyeyê nî ne       Polîsan îro bi ser mala bavê 8 zarokan Osman Şîban (50) yê bi Servet Tûrgût re di 11’ê Îlonê de, li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskerên derketibûn operasyonê ve hat binçavkirin û piştî 2 rojan derketibû holê ku li nexweşxanê di beşa lênêrîna awarte de ne û dûre bi rapora nexweşxanê ya ji bo wan hatibû dayîn, hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin de girtin û bi darê zorê birin nexweşxaneya eskerî. Hat diyar kirin ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê, têkildarî îfade girtin û negirtina Şîban ji rayedarên nexweşxanê rapor xwest.    DÊ ÎTÎRAZ BIKIN   Parêzerên malbatan ên dosyeyê dişopînin, ji ajansa me re axivîn û gotin: “Ji xwe eskeran muwekîlên me mexdûr kirin, lê bêyî ku li vê rewşê bê mezêkirin, niha li nexweşxaneya eskerî tê girtin. Bi vê yekê, mexdûriyeta muwekîlê me wê bê zêdekirin. Muwekîlê me niha ne di wê rewşê de ye îfade bi de dozger. Lê ji wî tê xwestin ku îfade bide dozger. Emê vê rewşê îtîraz bikin. Di rapora herî dawî ya bijîşk da muwekîlê me de, hatiye diyar kirin ku ne li ser hişê xwe ye. Ligel vê yekê jî, dixwazin îfadeya wî bigirin. Teqez ev ne hiqûqiye.”    ‘DAXUYANIYA WALÎTIYÊ BÊÎNSAFIYE’   Parêzerên malbatên Servet Tûrgût û Osman Şîban bertek nîşanî daxuyaniya “Dema reviya ji zinar de ket û birîndar bû” ya walîtiyên dan û wiha gotin: “Agahiya walîtiyê ji dosyeyê nî ne. Daxuyaniyek wiha dayîn bêînsafiye. Hemû şahidên bûyerê jî, anîn ziman ku muwekîlên me bê îtîraz bikin, bi eskeran re çûne û li helîkopterê hatine sîwarkirin. Li gorî hemû danayên bûyerê, daxuyaniya walîtiyê bi nakoke û rastiyê venabêje.”