70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin 2020-09-22 11:58:03 AMED – 70 karkerên ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Yekemîn a Amedê dixebitin, ji ber ku nîşaneyên vîrûsa koronayê bi wan re peyda bûn çûn nexweşxaneyê. Nexweşxaneyê bêyî ku testa wan bike hemû karkervan zivirand.    70 karkerên ku li kargeheke li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Yekemîn a Amedê dixebitin, ji ber ku nîşaneyên vîrûsa koronayê bi wan re peyda bûn, çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê û xwestin testa xwe bigirin. Nexweşxaneyê, bi hinceta ku komî ne û nîşanên vîrûsê bi wan re tunene, bêyî ku testa wan bike, hemû karkervan zivirand.   Li ser vê yekê karker aresteyî Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê hatin kirin û li virê jî encam negirtin. Karkerên ku vegeriyan malên xwe, diyar kirin ku navber dane karê xwe. Karkerên ku tê gotin giliyê wan ên mîna bêhn negirtinê, êşandina ser, sing û piştê û bêhalî hene, li benda testkirinê ne.