Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin 2020-09-22 11:49:29 EDENE - Vedat Gultekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiye, diyar kir ku qawîşa kêleka wan kirine qawîşa vîrûsa koronayê û got: “Ligel ku em nexweş ketin jî, kontrolên tenduristiya me nehatin kirin.”    Vedat Gultekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Dayika Vedat Gultekîn Azîze Gultekîn, anî ziman ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li girtiyan hatine birîn 9 mehin nikarin biçin hevdîtinê û tenê bi telefonê hevdîtinê dikin. Gultekîn, da zanîn ku kurê wê jêre gotiye, di girtîgehê de, hin girtî bi vîrûsa koronayê ketine û wiha axivî: “Qawîşa kêleka qawîşa kurê min kirine ya girtiyên bi vîrûsê ketine. Dûre hemû girtî nexweş ketine. Ligel vê yekê jî rêveberiya girtîgehê, kontrola tenduristiya girtiyan nekiriye. Ji ber vê, em derbarê rewşa tenduristiya zarokên xwe de bi fikarin.”   Dayik Gultekîn, xwest ku ji bo girtiyên nexweş kontrola tenduristiyê bê kirin. Derbarê mijarê de em li girtîgehê geriyan. Rayedarên girtîgehê îdîakirin ku bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê yên li girtîgehê girtine û ew nikarin derbarê girtiyan de tu agahîn bidin. Dûre telefon hat girtin.