Doza Ozgur Gundemê taloq bû 2020-09-22 11:43:29   STENBOL – Danişîna doza Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin û têde gerînendeyên giştî yên rojnameyê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatip Dîcle tên darizandin, taloq bû.    Danişîna 16’emîn a doza Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin û têde gerînendeyên giştî yên rojnameyê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatip Dîcle tên darizandin, li 2’emîn Dadgeha Esliyeyê ya Stenbolê ya li Edliya Çaglayanê hat dîtin. Kesên ku berdayî tên darizandin tevlî danişînê nebûn lê parêzerên wan li danişînê amade bûn.    Ji ber guhertina dadger, girtekên danişîna beriya niha hatin xwendin. Parêzeran, diyar kir ku piştî kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin parastin bikin.    Dadgehê, biryar da ku fermana înfazê ya derbarê girtina Hatîp Dîcle de bê rawestandin û danişînê taloqî 15’ê kanûnê kir.