Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin 2020-09-22 11:09:15 NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.    Şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibe. Hevserokê Komîsyona Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, derbarê şewba vîrûsê ya li bajaran belav dibe de agahî da û diyar kir ku îro 3 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan.    Mistefa, da zanîn ku bajarên Bakur û Rojhlatê Sûriyê 58 kesên din bi koronayê ketin, ji van 31 jê mêr in û 27 jî jin in.   Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketibûn û dihatin dermankirin baş bûn e.   Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket hezar û 209, hejmara kesên baş bûn derket 350 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî derket 55’an.    Li gorî bajaran hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ye:    "Hesekê: 19   Dirbêsiyê: 8   Dêrikê: 7   Girkê Legê: 3   Amûdê: 2   Kobanê: 2   Reqa: 8   Şehba: 8   Tebqa: 1"