Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir 2020-09-22 10:55:52   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kılıç Koçyîgît, ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê rewşa tenduristiyê wî giran bûye, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan kir û bang kir ku ji bo înfaza hemû girtiyên nexweş bê taloqkirin, xebat bê kirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê û Endama Nivîsvana Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê Gûlîstan Kiliç koçyîgît, ji bo girtiyê 82 salî Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û rewşa tenduristiyê wî pir giran bûye serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da.    Koçyîgît, diyar kir ku rewşa girtiyên nexwşe her roja diçe girantir dibe û di daxwaznameya da serokatiya komîsyonê de wiha got: “Rewşa gelek girtiyan gehiştiye asta krîtîbûnê. Ev girtî di lênêrînên awarte de têkoşîna jiyanê didin û li benda edaletê ne. Di rojên derbasbûyî de, girtiyê nexweş Takiyettîn Ozkahraman jiyana xwe ji dest da. Ozkahraman 75 salî bû û ligel temenê wî yê mezinbûyî jî nehat berdan. Ji bo ku Mehmet Emîn Ozkan jî mîna wî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest nede divê bê berdan. Lê komîsyon li hemberî Ozkan di nava bêdengiyek mezin de ye. Ozkan rewşa wî pir giran bûye û ev 24 salin di girtîgehê de ye. Divê Ozkan bê berdan û mafê jiyanekê bi tendurist ji bo wî bê dayîn. Em dixwazin ku ji bo hemû girtiyên nexweş xebat bê kirin û înfaza hemûyan bê taloqkirin.”